• Wednesday, 17 July 2024
logo

Siyabend û Xecê kingê jiyane?

Gulan Media February 16, 2015 Hunerî
Siyabend û Xecê kingê jiyane?
Di hinek şaxan de navê qeremanê destanê wek Siyabend, Siyamend, Siyahmed û yê dilketiya wî jî wek Xecê, Xecezerê, Xamsî û Xasar derbas dibin. Siyabend kûrê Ahmed bû, ji ber vê îhtimal e ku navê Siyahmed kurtasiya Siyabendê Ahmed be.

BasNûçe / Frankfurt - Siyabend li herêma Silîvan tê dinê, bavê xwe nabîne ji ber ku ew beriya bûyîna wî dimire, ew diya xwe jî bi pakî nabîne ji ber ku dema ew du salî bûye ew jî diçe ser dilovaniya xwe. Ji wê pêve Siyabend li cem apê xwe Mihemed ê mixtarê gund dimîne. Dema ew hinekî mezin dibe ji zarokên gund re dibêje: “Apê min Mihemed mixtarê bavê we ye, ez jî mixtarê we me. Ji îro pêva, em çiqa derêne çolê yek ji we destevala neyê, ji hêka, ji mirîşka hûnê bînin. Emê li çolê bipêjînin bixwin, kêfa xwe bikin, diniya çawa çûye bila wisa here.”

Zarok ji wî ditirsin ne ne hêk bi gundîya ve dihêlin ne jî mirîşk. Gundî şikyatê wî li cem apê wî dikin, ap li dixe. Siyabend serê xwe hildide û diçe. Bi kurtasî piştî ku serê wî dikeve gelek qal û belayan ew tê çiyayê Sipanê Xelatê û diçe nav zozanê Emer Axa, di hin şaxan de ew Hesen Axa ye. Piştî çendekê ew li wir star nabe, hespê siyar dibe kêm hindi diuçe konekî dîbîne ku di bin de Xecê runiştiye, dilê wî dikeve Xecê. Heft birê Xecê tên û razî dibin ku wê bidin Siyabend. Piştî demekê Xecê li ser kaniyê donzdeh pezkûviyan dibîne, yek bizin yanzdeh nêrî ne, di nava wan de yekî ku qiloçê wî donzehşaxî bûye. Ew li deh nêriyan dixe û Xecê vê tevgera wî dişibîne Siyabend. Dema Siyabend tê cem wê, ew salixê vêya ji wî re dide. Siyabend li ser wê baweriyê ye ku kes ji wî xurttir nîne, radibe diçe û bi wê nêriyê bikuje û goştê wê ji Xecê re bîne. Lê belê nêrî zora Siyabend dibe û wî ji zinêr davêje ku ew dikeve ser dareke dirî û dimire. Xecê jî ji kûla dilê xwe, xwe ji zinêr davêje û ew jî bi Siyabend re dimire.

Heta niha gelek şaxên vê destanê hatine berhev kirin û weşandin. Di hinek şaxan de navê qeremanê destanê wek Siyabend, Siyamend, Siyahmed û yê dilketiya wî jî wek Xecê, Xecezerê, Xamsî û Xasar derbas dibin. Siyabend kûrê Ahmed bû, ji ber vê îhtimal e ku navê Siyahmed kurtasiya Siyabendê Ahmed be.

Şaxeke kurt ji aliyê Prof. Heciyê Cindî û yeke dirêjtir jî ji aliyê Prof. O. Celîl û Prof. C. Celîl de di sala 1978 an de hatibû weşandin. Ev herdu şax jî çewa dengbêjan gotiye wisa hatine nivîsandin. Piştre Zeynelabidin Zinar di sala 1993 an de û Ahmet Aras jî di sala 1993 an de her yekî pirtûkeke destana Siyabend û Xecê weşandin. Ronî War jî di sala 2011 an de bi navê Siyabend û Xecê pirtûkek weşandiye. Ji bilî van gelek kilam jî tên stran û hatine qeydkirin ku her yek ji wan goreyî çarçova kilaman tenê ji çend bendan pêktên.

Destana Siyabend û Xecê di zimanên ermenî û tirkî de jî hatine nivîsîn û çapkirin. Şaxeke wê hin di sala 1884 an de ji aliyê papaz Garegin Sruantianz de li Stenbolê hatiye weşandin ku bi goreyî neqilkirina Bagrat Chalatianz ew tê de navê dengbêj, ango çavkaniya xwe eşkere nake. Bagrat Chalatianz bi xwe jî di sala 1899 an de kurdekî êzdî bi navê Keleşê Evdal li gundê Qarwansaray a bi ser Rewanê berhev kiriye û ew di sala 1905 an de di kovareke almanî de çap kiriye.

Piştre di sala 1960 an de şairê ermenî Hovhannes Şîraz, bi goreyî ku Têmûrê Xelîl bo min neqil kir, şaxa destanê a zargotinê bi helbestkî nivîsîye, Hovhannes Şîraz wê weke destaneke ermenî nîşan dide, goreyî wî Sîamanto ermenî ye û Xicêzarê jî kurd e. Hüseyin Erdem jî di salên 1980’î de Siyabend û Xecê bi zimanê tirkî li Awrûpa çapkir ku ew di sala 1990 an de li Tirkiyê jî hat weşandin. Wek Ahmet Aras jî destnîşan dike ev varyant bi piranî wergereke berhevoka O.Celîl û C. Celîl e. Li ser bingeha vê çapê li Tirkiyê fîlma wê jî hat amade kirin û di sînemayan de nişandayîn.

Di hemû van şaxên Siyabend û Xecê de destnîşanên raste rast nînin ku em bikaribin bi alîkariya wan serdema qewimandina vê destanê kivş bikin. Di hin şaxan de ku navê Emer Axa derbas dibê, tê gotin ku ew mezinê eşîra Şikakan e, di hinekan de jî çi Emer Axa û çi jî Hesen Axa derbas be, navê eşîra wan eşkere nabe. Di destana Xelîl Bego de navê Emer Axayê Milan ê ji aliyê Îranê derbas dibe ku ew jî tev êla xwe bihar-havînan tên zozanên Sibhangolê. Ji ber ku Mehmûd paşayê ku di destanê de roleke sereke dileyze heta sala 1804 an jiyaye û şerê wî û kûrapê wî di salên 1890’î de qewimine ku destana Xelîl Bego jî li ser vê bingehê avbûye. Mela Mehmûd Bazîdî jî di nivîsa xwe ya derbarê vê destanê de van bûyeran destnîşan dike.

Ji aliyê din de gelek balkêş e ku berhevokeke destanê ya bi navê Siyahmed û Şemsê ji alî kosolosê Rusyayê ê li Erziromê Alexandre A. Jaba ku ji aliyê naverokê de heman destan e hin di sala 1859 an de di kovara firansizî ya bi navê Journal Asiatique de çap bûye, ango weşana herî kevn a destanê. Wek ji stîla wê xuya ye ew ji aliyê Mela Mehmûd de hatiye nivîsîn. Heman şax her wisa di sala 1860 an de di kitêba Alexandre A. Jaba de bi kêm guhertinan hatiye weşandin. Ev kitêb ji aliyê Ziya Avcî de hatiye latînîze kirin û ew di sala 2010 an de li Tirkiyê çap bûye.

Balkêşiya vê şaxê ew e ku tê de ne qala Emer Axa û ne jî ya Hesen Axa tê kirin. Hin di destpêkê de tê gotin ku ew di dema Têmir Paşayê Milî de qewimiye û Xemsî jî keça Têmir Paşa ye. Têmir Paşa û eşîra wî her sal tên zozanên Çewlikê. Siyahmed tê nav wan, li bal Têmir Paşa dixebite û li wir jî Şemsê dibîne dibe evîndarê wê. Piştre ji ber ku ew bawer nakin, wekî Têmir Paşa Şemsê bide Siyabend, herdu direvin û tên çiyayê Sîpanê Xalatê. Siwarên Têmir paşa jî li pey wa dikevin, lê deme ku ew digihên Sîpanê rastî wê dîmena ku di piraniya şaxên destanê de derbas dibe tên, ango şerê Siyabend bi kûvî re û mirina wî û ya Xecê. Di dawiya vê şaxa kevn de tê gotin ku piştî mirina Siyabend xwîşka wî gelek stran sêwirandine, piştre dengbêj û çîrokbêjan jî ji wê wergirtine. Her weha tê nivîsîn ku gora herdu aşiqan li Sîpanê ziyaretgah e.

Bi vî awayî çar şaxên cûda ên kesayetiya Xecê destnîşan dikin henin, hinekan ew keça Emer Axa, ên din de a Hesen Axa, di hin şaxan de jî bavê wê nayê diyar kirin û tê gotin ku ew tev heft birayên xwe li Sîpanê Xelatê dimîne û di şaxa herî kevn de jî wek keça Têmir Paşa.

Ev şax bi wê agahiyê destpê dike ku qewimandinên destanê di dema serweriya Têmir Paşa ê Milî de çêbûne. Têmir Paşa wek eyan e ku kesayetiyeke dîrokî ye, di nîvê duyem ê sedsala 18 an de jiyaye û derbarê wî, şerên wî û êla wî yên bi ereban û osmaniyan re gelek destan û kilam tên sêwirandin wek destana Dewrêşê Evdî.

Ji ber kêmasiya agahiyên dîrokî di destana Siyabend û Xecê em nikarin bi sedî sed dema qewimandina wê destnîşan bikin. Tenê ev kêm agahiyên li jor me dibin nîvê duyem ê sedsala 18 an.

BasNûçe
Top