• Wednesday, 17 July 2024
logo

Stêrka albanî Enca Haxhia amade ye bi xortekî kurd re bizewice

Gulan Media February 1, 2015 Hunerî
Stêrka albanî Enca Haxhia amade ye bi xortekî kurd re bizewice
Tevî ku temenê wê biçûk e, lê hezkiriyên wê pir in û klîbên wê ji aliyê milyonan kes tên dîtin. Enca Haxhia sala 1995 li paytexta Albanyayê, Tirana ji dayîk bûye û sala 2012 yekemîn klîba xwe bi navê Teh Best Of belav kiriye.

Li seranserê cîhanê, hezkiriyên vê stêrka ciwan hene, nexasim li Kurdistanê gellek kes wê nas dikin û hinek kes navê wê wek Enca yan Enka û Înka bi lêv dikin. Çend rûpel di Facebookê de bi navên hewadarên Înka yan hezkiriyên Enca yan Ensa hatine çêkirin.

Enca (Ensa tê xwendin) bêhtir kete dilê keç û xortên kurd piştî ku vîdyoyek weşand û tê de bi kurdî dipeyve û dibêje ew ji Kurdistanê hez dike.

Rûdaw: Destpêka karê te yê hunerî vedigere kîjan salê?

Enca: Sala 2012 ku wê demê temenê min 16 sal bû, min yekemîn klîba xwe bi navê The Best Of belav kir. Vê klîbê hevkariya min nekir ku ez navdariyeke mezin peyda bikim. Lê destpêkek pir baş bû. Ez pê serbilind im.

Te çawa navdarî peyda kir?

Min bi klîba yekem karîbû xwe li Albanya û çend welatan bidim naskirin. Lê ne wek niha û ne li ser asta hemû cîhanê bû. Piştre di sala 2014 de, strana A po tpelqen (Tu ji vê hez dikî?) navdariya min li gelek welatan belav kir û bêhtirî 11 milyon kesî li vê klîbê nihêrt. Ev ji min re pir baş bû. Şensekî pir mezin bû.

Li Kurdistanê navûdengê te pir zêde ye û gelek hezkerên te hene, te ev yek zanîbû?

Erê zanim. Ez pir kêfxweş bûm gava ku min dît şêniyên Kurdistanê pir ji min hez dikin û berdewam di rûpelên min ên Facebook û malperên din de piştevaniya min dikin û hezkirina xwe nîşan didin. Ez jî pir ji wan hez dikim.

Ti hevrêyekî te yê kurd heye?

Erê, hevalên min ên kurd hene û pir ji min nêzîk in jî. Pêwendiyeke min a pir baş bi Şilovan re heye. Ew dîmenên komedî yên pir xweş li ser Kurdistanê çêdike û min piraniya wan dîtiye.

Dibêjin te bi riya xweşikî û bedewiya xwe navûdengê xwe derxist, rast e?

Normal e. Li hemû dinyayê, kesê ku rûyê wî bedew be, şensê wî zêdetir dibe û bêhtir navdar dibe. Lê bêguman stranên min jî xweş in û xelk ji wan hez dikin.

Piraniya hogirên te li Kurdistanê xort in. Ew hertim hezkirina xwe ji te re nîşan didin û dibêjin Enca zehf bedew e. Tu çi ji wan re dibêjî?

Ez jî pir ji wan hez dikim. Xort û lawên Kurdistanê ciwantirîn û bedewtirîn lawên dinyayê ne.

Te vîdyoyek di Instagramê de weşand û tu tê de bi kurdî dipeyvî, armanca te bi vê çi bû?

Gava min bihîst ku li Kurdistanê gelek hogirên min hene, min xwest hezkirina xwe ji wan re nîşan bidim. Hevalên min ên kurd ji min re gotin ku şêniyên Kurdistanê dê pir kêfxweş bibin eger kesek biyanî bi kurdî bipeyve, lewma min xwest dilê wan xweş bikim.

Tu serdana Kurdistanê jî nakî?

Belê, pir hez dikim. Eger projeyeke hunerî hebe pir baştir dibe. Eger nebe jî, dîsa pir dixwazim Kurdistanê bibînim û min xwe ji çûna Kurdistanê re amade kiriye.

Tu kîjan hunermendên kurd nas dikî? Tu ji stranên kurdî hez dikî?

Wek nasîn û hevaltî, ez ti hunermendekî kurd nas nakim. Lê ez pir caran bi hevalên xwe yên kurd re li stranên kurdî guhdarî dikim. Niha nikarim navê stranbêjên kurd bi lêv bikim, çimkî nayên bîra min. Lê ez hertim dipirsim filan stran a kîjan hunermendî ye.

Tu difkirî stranekê bi kurdî bibêjî? Yan bi hunermendekî kurd re straneke duet bibêjî?

Bi rastî heta niha ez nefikrîme stranekê bi kurdî bêjim. Lê da ku ez stranekê bi hunermendekî kurd re bêjim, eger projeyeke baş hebe çima na. Bêguman û bê dudilî ezê bêjim.

Niha Kurdistan li dijî terorê şer dike, gotina te çi ye di vî warî de?

Ez pir xemgîn û dilgiran im, herwiha ez jidil serkeftinê ji Kurdistanê re dixwazim û piştevaniya Kurdistanê dikim.

Tu dizanî Kurdistan li dijî kî şer dike?

Bêguman, niha ev mijar babeteke cîhanî ye. Kurdistan li dijî DAIŞ a terorîst û bêrehm û zalim şer dike.

Tu amade yî bi xortekî kurd re bizewicî?

Ev mijara evîndariyê bila bimîne ji siberojê re, çimkî niha ti plana min a zewacê nîne û hêj temenê min biçûk e.

Baş e, eger di siberojê de xortekî kurd bê destê te bixwaze?

(Dikene) Her kesekî ji min hez bike û dema zewacê be, ezê pê re bizewicim.

Eger ew kes kurd jî be?

Hûn pir dixwazin bersiva vê pirsê zanibin? Bêguman eger kurd jî be û ji min hez bike, çima na, ez amade me pê re bizewicim!

Rudaw
Top