• Wednesday, 17 July 2024
logo

Yekemîn pirtûka Suzan Samanci bi kurdî derket

Gulan Media January 24, 2015 Hunerî
Yekemîn pirtûka Suzan Samanci bi kurdî derket

Yekem berhema çîrokan a Suzan Samanci ku bi zimanê kurdî nivîsandiye bi navê “Ew jin û mêrê bi maske“ di nav weşanên Avesta de derket.

Suzan Samanci di destpêka salên 90î de dest bi nivîsandina çîrokan kir. Çîrokên wê bi zimanê tirkî lê bi naveroka xwe Kurdî û Kurdistanî bûn…

Di yekem kitêba xwe ya bi navê “Reçine Kokuyordu Hêlin” (Bêhna Benîştê Qezwanê ji Hêlînê Dihat) de atmosfera salên 90î pir xweş nîşan dida û şahidiyeke baş li dema xwe dikir. Di salên destpêkê yên Avesta de wergera kurdî ya eynî kitêbê bi navê “Bajarê Mirinê” çap bû.

Sal di ser re derbas bûn, berhemên Samanci zêde bûn û xwendevanên wê pir bûn lê dil û çavê wê li ser kurdî bû. Dema ku wergera kurdî ya çîrokên wê derket, wê jî soz dabû ku ewê rojekê bi kurdî binivîse û vaye ew roj hat.

Nivîskar û helbestvana kurd Suzan Samanci sala 1961ê li Amedê ji dayîk bûye. Yekemîn helbesta wê sala 1985ê ji aliyê kovara “Sanat Olayi” ve hat weşandin. Yekemîna çîroka xwe jî bi navê “Eriyip Gidiyor Gece” (şev dihele û diçe) çap kir. Suzan Samanci jibilî çîrok û helbestan, di rojnameyên mîna Demokrasî, Gunde, Ozugur Polîtîka, Tarafê de jî quncik nivîsiye. Berhemên wê bi gellek zimanan hatine wergerandin.


Rudaw
Top