Klîpa nû ya Nazdarê: Loy Loy Kurdistan
![Klîpa nû ya Nazdarê: Loy Loy Kurdistan](https://gulanmedia.com/public/old_images/articles/98324Image1.jpg )
Nazdarê ji Rûdawê re got, alboma min ya nû bi navê “Loy Loy Kurdistan” xilas bûye û ezê di nav çend rojên bê de klîpa strana “Loy Loy Kurdistan” jî belav bikim.
Têkst û mêlodiya alboma nû ya Nazdarê ji aliyê Ebdulezîz Silêman ve hatiye dariştin û çêkirin, studyoya Pro Musicê jî karê tomarkirina albomê daniye ser milê xwe.
Karê klîpa albomê ji aliyê Ferheng Ferman ve hatiye kirin û albom berhema Vin Prodution e.
Rudaw