• Wednesday, 17 July 2024
logo

Li Stenbol û Amedê Rojên Fîlmên Kurdî

Gulan Media December 26, 2014 Hunerî
Li Stenbol û Amedê Rojên Fîlmên Kurdî
Li Stenbol û Amedê Rojên Fîlmên Kurdî Mala Sînemayê û Koma Sînemaya Kurdî bi hev re li Stenbol û Amedê Rojên Fîlmên Kurdî li dar dixin.

Mala Sînemayê ku li Başûr karê sînemayê dike û Koma Sînemaya Kurdî ku di bin banê Weqfa İsmail Beşikçî de xebatên sînemayê kurdî dimeşîne bi hev re li herdû şaxên Weqfa İsmail Beşikçi Rojên Fîlmên Kurdî li dar dixin. Bername bi şiyara gotina Yılmaz Güney; ‘sînemya awayek serhildanê ye’fîlmên Başûr li Stenbol û Amedê nîşan dide.

Di çalakiyê de hewl bê dayîn ku bal bikşînin berxwedana Kobanê ku ev sed rojê derbas kirî ye. Bernama li Stenbolê ku li terasa Weqfa İsmail Beşikçi were li dar xistin di êvara 26 vê mehê dest pê bike û di 27 û 28’ê mehê jî bidome.

Basnews
Top