• Wednesday, 17 July 2024
logo

Hollywoodê deriyê xwe ji Kurdistanê re vekir!

Gulan Media December 9, 2014 Hunerî
Hollywoodê deriyê xwe ji Kurdistanê re vekir!
Ji bo cara yekê di dîroka sînemaya kurdî û festîvalên cîhanê de derhênerekî kurd dê bi navê Kurdistanê tevlî yek ji mezintirîn festîvalê cîhanê ya bi navê “Golden Globe” dibe.

Derhênerê kurd Cano Rojbeyanî, ku welatiyê amerîkî û li bajarê Los Angelesê dijî, dê bi fîlma xwe ya bi navê “Mûmek, Du Mûm” beşdarî festîvala Golden Globe bibe û bi derhênerên din re li ser xelata festîvalê hevrikiyê bike.



Cano Rojbeyanî

Derhêner Cano Rojbeyanî li ser vê yekê ji Rûdawê re axivî û got, cara yekê ye ku fîlmeke kurdî li ser navê Kurdistanê tevlî festîvala Golden Globe dibe û wiha anî ziman:

“Festîvala Golden Globe ku xelata wê di asta xelata Oscarê de ye, cara yekê ye ku fîlmeke kurdî vexwend festîvalê. Destpêka ji min re gotin fîlma te dê li ser navê Iraqê beşdarî festîvalê bibe lê min ev qebûl nekir û min daxwaz kir fîlma min li ser navê Kurdistanê beşdarî festîvalê bibe. Ji ber ku Kurdistan dewleteke serbixwe nîne destpêkê qebûl nekirin û ji min re gotin li ser navê Amerîkayê tevlî bibe. Lê min qebûl nekir û ez li ser navê Kurdistanê rijd bûm. Di dawiyê de komîteya festîvalê qebûl kir.”

Rojbeyanî anî ziman ku fîlma wî par jî ji aliyê Akademiya Zanist û Hunerên Dîtbarî ya Amerîkayê ve hatibû vexwendin lê Wezareta Kulturê ya Iraqê bersiva nedabû daxwaziya akademiyê ji ber wê jî wî nexwest li ser navê Iraqê beşdarî festîvala Golden Globe bibe.

Fîlma kurdî ya “Mûmek, Du Mûm” (One Candle, Two Candle) par li Hollywoodê û New Yorkê hat nîşandan. Di fîlmê de çîroka jiyana keçeke kurd tê gotin ku dixwazin bi zorê bidin mêr. Fîlm li Herêma Kurdistanê hatiye kişandin.

Fîlma “Çaplînê Çiya” (Chaplin of the Mountains) a Can Rojbeyanî jî di medyaya Amerîkayê de gellekî deng vedabû. Fîlma “Jiyan” a Rojbeyanî jî ku behsa komkujiya Helebceyê dike, gellek xelat standibû.

Derhêner Cano Rojbeyanî eşkere kir ku dest bi kişandina rêzefîlmekê jî kiriye û da zanîn, dê rêzefîlma xwe sibê (10ê Kanûnê) li Herêma Kurditanê bide nasîn. Navê rêzefîlmê “Mala Hêviyê” ye.

Di festîvala îsal a Golen Globe de ji 39 welatan 53 fîlm dê hevrikiyê bikin. Xelatên festîvalê roja 12ê Kanûna îsal tên dayîn.

Festîvala Golden Globe her sal ji aliyê Komeleya Çapemeniya Biyanî ya Hollywoodê ve tê lidarxistin.


Rudaw
Top