• Wednesday, 17 July 2024
logo

Aras 50 hezar kesî dicivîne

Gulan Media December 5, 2014 Hunerî
Aras 50 hezar kesî dicivîne
Hunermend Aras Fatih niha karekî hunerî yê herî mezin li Kurdistanê pêk tîne. Bêhtirî 50 hezar kes beşdarî vî karî dibin.

Aras naveroka karê xwe yê nû ji Rûdawê re eşkere kir û got: “Pelkezêrîney Kurdî (Qozeqer yan Keskesora Kurdî) navê berhema min a nû ye ku ev demek e ez li ser dixebitim. Hemû karên vê berhemê amade ne. Awaz, gotin û senaro amade ne.”

Aras herwiha got: “Ev stran bi zimanê ingilîzî ye û kesayetiyeke Kurd bi xelkê dide naskirin ku dixwaze tevahiya dinyayê ji karên xirab rizgar bike, wek Batman mirovekî xêrxwaz û aştîparêz û rizgarkerê hejaran e.”

Lê Aras dibêje ew behsa hin xalên din nake û wan wek sûprîz ji xelkê re dihêle.
Top