• Wednesday, 17 July 2024
logo

Narîna Kurdî bû polîs

Gulan Media December 1, 2014 Hunerî
Narîna Kurdî bû polîs
Hunermenda ji Bakurê Kurdistanê Narîna Kurdî dixwaze bi riya stranekê piştevaniya xwe ji polîsên Başûrê Kurdistanê re nîşan bide.

Narîna Kurdî ji Rûdawê re ragihand: “Wek hezkirinekê ji wê rola mezin re ku polîsên Kurdistanê bo parastina yasa û ewlekariyê pê rabûne, min xwest ez bi stranekê piştevaniya xwe ji wan re nîşan bidim, lewma min stranek bi navê Polîsên Kurdistanê tomar kir û ezê van rojan klîpa wê jî bikişînim.”

Strana Narîna Kurdî ji awaz û teksta hozanvanê Kurd Edîb Çelkî ye.

Narîna Kurdî diyar kir ku ew niha sirûdekê ji Hêzên Pêşmerge re jî amade dike, lê got ewê piştre zanyariyan li ser vê sirûdê belav bike.

Rudaw
Top