• Wednesday, 17 July 2024
logo

Biçûktirîn derhênera kurd karê “mezin” dike êdî!

Gulan Media November 29, 2014 Hunerî
Biçûktirîn derhênera kurd karê “mezin” dike êdî!
“Biçûktirîn” derhênera kurd fîlmekê li ser qumarbazan çêdike.


Lîstikvana ciwan a kurd Ejîn Cotiyar, ku heta niha tenê di fîlman de hunera xwe nîşan dida vê carê milê ji bo çêkirina fîlmekê vemalt û wek “biçûktirîn” derhênera kurd navê xwe di sînemaya kurdî de tomar kir.


Ejînê ji Rûdawê re got ku wê dema xwestiye derhênertiyê bike xwestiye tiştekî cuda ji fîlmên din ên kurdî çêbike lewma jiyana qumarbazan û bandora qumarê li ser malbatan hatiye hişê wê.


Li gorî Ejînê, li nav kurdan de hinek malbat ji ber qumarê ji hev belav bûne.


Derhênera kurd anî ziman ku ew dixwaze bi fîlma xwe beşdarî festîvalên hundir û derveyî Kurdistatnê bibe.


Kameramanê fîlma Ejînê, Herêm Ebdullah jî li ser karê Ejînê û fîlma wê ji Rûdawê re got, Ejînê daxwaz ji min kir ku dîmenên fîlma wê bikşînim. Piştî ku min senaryoya wê dît bala min kişand ji ber wê jî min qebûl kir.


Ejîn sala 1988an li bajarê Silêmaniyê ji dayîk bûye û bavê wê jî derhênertiyê dike.

Rudaw
Top