• Wednesday, 17 July 2024
logo

Şanoya Hewlêrê rawestiya

Gulan Media November 24, 2014 Hunerî
Şanoya Hewlêrê rawestiya
Rêveberiya Şanoya Hewlêrê ji ber nebûna pereyan projeyên xwe rawestand.

Rêveberê Şanoya Hewlêrê Hîwa Suad ji Rûdawê re got: “Ji ber nebûna butçeyê, me çend projeyên mezin rawestandin. Ev yek ziyaneke din digihîne şanoyê li Kurdistanê û krîza wê mezintir dike.”

Hîwa Suad diyar kir ku gellek projeyên şanoyî hebûn ku bi niyet bûn wan îsal pêşkêş bikin, lê ji ber nebûna pereyan ew rawestandin.

Rêveberê Şanoya Hewlêrê Hîwa Suad sektora taybet bi tundî rexne kir û got: “Ew tenê sponseriya stranan dikin, lê şano û sînema li ba wan bê biha ne.”

Rudaw
Top