• Wednesday, 17 July 2024
logo

Fîlmê “Kilama Dayika Min” ket vîzyonê

Gulan Media November 15, 2014 Hunerî
Fîlmê “Kilama Dayika Min” ket vîzyonê
Fîlma derhênerê Kurd Erol Mîntaş ‘‘Kilama Dayik Min’‘ ket vîzyonê. Fîlm ku bi Kurdî û Tirkî hatiye kişandin, di festîwalên Saraybosna û Altin Portakal de xelat wergirtibû.

Derhênerê fîlm Erol Mîntaş derbarê fîlm de da zanîn ku ji bo çîroka wî kilamên Kurdî rê nîşanî wî dane û got: ‘’Di çanda Kurdan de cihê stran û kilaman gelekî girîng e. Wan salên ku stranên Kurdî hatibûn qedexekirin, ew ji bo Kurdan mîna qêrînekê bûn. Kurdan gelek caran bi van stranan dengê xwe gihandin dinyayê. Bi van stranan di dilê merivan de dîsa ji bo jîyanê hêvî çêbû. Van stranan jiyana me motîve dikir.'

Min bi çîrokên Kurdî zimanê xwe parast

Mîntaş diyar kir ku li Qersê zarokatiya wî bi guhdarkirina dengbêj û hozanan derbas bûye û van demên dawî di gelek fîlmên Kurdî de deng û kilamên Kurdî tên bikaranîn û wiha axifî: 'Me bi saya stranên Radyoya Yêrîvanê yên xweş, çîrokên ku dayik û bavê min ji me re digotin zimanê xwe parast. Paşê dema ez ji malbata xwe dûr ketim û min koçî bajerên mezin kir dîsa ew stran û dengbêj bi kêrî min hatin.'

Erol Mîntaş diyar kir ku fîlma wî bi 45 kopyeyan li 12 bajar û 20 salonan tê nîşandan û ragehand ku daxwaza wan ew e di serî de Kurd bi tevahî hemû sînemahez bên li fîlma wî temaşe bikin.

Fîlma Kilama Dayika Min, di 51’emîn Mihrîcana Fîlman a Porteqala Zêrîn a Antalya ya Navneteweyî de çar xelat wergirtibûn. Ew jî xelatên 'Fîlma Ewil a Herî Baş', 'Mûzîka Herî Baş', 'Lîstikvanê Mêr ê Herî Baş' û 'Lîstikvanê Mêr ê Alîkar ê Herî Baş' bûn.

Fîlm di payîza 2013’an de li Stenbol û Bazîdê hat kişandin. Fîlm behsa jiyana dayikek û kurê wê dike ku ji ber projeya ji nû ve avakirina Tarlabaşiyê mecbûrî koçkirinê dibin. Di fîlm de rolên sereke Feyyaz Dûman, Zubeyde Ronahî û Nesrîn Cavadzade dileyîzin. Lîstikvanên din jî Azîz Çapkûrt, Ferît Kaya û Cuneyt Yalaz in.

Basnews
Top