• Wednesday, 17 July 2024
logo

Koreya Başûr bi fîlmekî piştgiriya Kobanê dike

Gulan Media October 30, 2014 Hunerî
Koreya Başûr bi fîlmekî piştgiriya Kobanê dike
Derhênera Koreya Başûr, Dahjima bi fîlmê Tarmia, beşdarî Festîvala Pêşandana fîliman a bajarê Silêmaniyê dibe.

Di vê derbarê de, derhênera film Dahjima ji BasNewsê re got: ‘‘Kêfxweş im ku dikarim bi rêya sînemayê piştgiriya miletekî bikimku ji bo ax û welatê xwe, xwe dikin qurbanî, rûbirûyê terorîstan dibin û şer dikin, hêvîdarim bi rêya beşdariya fîlmê xwe, bikaribim piştgiriya Kobanê û koçberên wê navçeyê bikim.’‘

Dahjima wiha axifî: ‘‘Ez daxwazê ji sînemakarên cîhanê dikim ku, di asta wê tawana ku niha dijî mirovatiyê tê kirin bê deng nemînin, serkeftin bo festîvalê û hezkirina min bo Kurdistanê.’‘

Senaryo û derhêna fîlm a Dahjima bi xwe ye û berhema welatê Koreya Başûr e, di gera 66`mîn Festîvala Kan ya Sînemayî û 25 festîvalên navdewletî yên din de beşdarî kiriye û heta niha 8 xelatên cîhanî bi dest xistiye.

Filmê Tarmîa dê beşdarî Festîvala Pêşandana Fîlman a Silêmaniyê jî bibe ku dêê di roja 1`ê Çileya Pêşîn de dest bi kar û çalakiyan xwe bike.

basnews
Top