• Wednesday, 17 July 2024
logo

Şehramî dahata xwe ya salekê dide keçên Şînawê

Gulan Media September 13, 2014 Hunerî
Şehramî dahata xwe ya salekê dide keçên Şînawê
Hunermendê navdar ê Kurd Şehram Nazirî ragehand ku dê dahata xwe ya salekê bide keçên dibistana Şînawê û hinek nexweşên din.

Hunermendê navdar ê Kurd ku ji Kirmanşana Rojhilatê Kurdistanê ye, di vê derbarê de got: ‘’Bi armanca çareserkirina wan xwendekarên ku di dema teqîna sobeya dibistanê de şewitîn û evna jî bû sedema têkçûna dev, rû, çav û laşê wan û hikûmeta Îranê jî wek pêwist alîkariya wan nekir, min biryar da dahata-hatina sala dahatû ya karê xwe bidim wan xwendekar û hinek nexweşên din ên Rojhilatê Kurdistanê.’‘

Nazirî par jî beşeke zêde ya hatina xwe dabû wan xwendekaran ji ber malbatên wan gotibûn ku ew nikarin zarokên xwe bibin doktor ji ber nebûna derfetan, herwiha beşeke din a dahata xwe jî bo wan zarokên Kurd ên Rojhilatê Kurdistanê veqetandibû ku bi nexweşiya kanserê ketibûn.

Sala 2012’ê li dibistana Pîranşar a keçan li gundê Şînawê ser bi parêzgeha Urmiyê ya Rojhilatê Kurdistanê, sobe teqiya û di encam de 38 xwendekarên keç şewitîn û du xwendekaran jî canê xwe ji des dan.

Şehrema Nazirî wiha dibêje: ‘’Em hemû mirov in, tenê awazên baş têr nakin, loma divê mirovbûn û nerînên baş bixin tevgerê û evna jî di nav civakê de û herwiha bo hunermend jî girîng e.’‘

Basnews
Top