• Wednesday, 17 July 2024
logo

Serok Barzanî li gel kesayetiyên olî û civakiyên Şengal û deşta Nînowa û devera Tele'fer û Zummarê civiya

Gulan Media September 12, 2014 Hunerî
Serok Barzanî li gel kesayetiyên olî û civakiyên Şengal û deşta Nînowa û devera Tele'fer û Zummarê civiya
Bi mebesta nirxandina rewşa wan navçeyên ketine ber êrîşa terorîstan û her wiha rewşa koçberan û guhgirtina dîtin û nêrîn û pêşniyaran Duh pênçşem 11.09.2014 birêz Mesûd Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê li gel kesayetiyên olî û civakî û rihspiyên Êzîdî, Mesîhî, Misilman, Turkmen, Ermen, Şebek û nûnerên hemû pêkhatên olî û neteweyiyên Şengal, deşta Nînowa, devera Tele'fer û Zummarê civiya.

Li vê civînê de Serok Barzanî gotarek pêşkeşî amadebûyan kir û têda balkişand li ser rewşa siyasî û emniya navçeyê û êrîşa dirindaneya terorîstan li ser xelkê navçeyê û hevxemiya xwe ya ji bo xelkê deverê û lêqewimiyan nîşanda û ragihand ku eve karesateke li ser hemû gelê Kurdistanê da hatiye û em hemû têda hevbeş û hevxemîn. Serok Barzanî eve jî xiste rû ku ew rewşa ne li bar her hemû li encama siyaseta şaş ya Hikûmetên Bexdayê bûye. Di derbarê êrîşa terorîstan jî Serok Barzanî balkişand li ser wê yekê ku terorîst tu sînorek ji bo biha û ehlaqê nizanin û armanca wan tenê destdirêjî û teqandina xelke û ragihand ku terorîst li paşvekêşiyê dane û hêza êrîşkirina wan nemaye û tu paşarojeke wan li vî welatî da tûne.

Her li dirêjahiya axaftina xwe de ji bilî balkişandina wê yekê ku gelê Kurdistanê ne tenê ye û hemû dinya piştevana wê ye, rola Pêşmerge li rêgirtin û rawestandina êrîşa terorîstan de bilind nirxand û tekez jî li wê yekê kir ku eger bi tenê bîn û kes jî li pişta me nebê nahêlîn yek bostê axa Kurdistanê li jêr destê terorîstan da bimîne.

Serok Barzanî di derbarê rewşa koçberan jî balkişand li ser wê yekê ku çareseriya serekiya kêşeya koçberan eweye ku navçeyên wan bê azad kirin û vegerin ser mal û halê xwe û daxwaz jî kir kes bîra bi cîh hiştina welat neke û li welatê xwe bimînin û yan em hemû pêkve bi azadî û serbilindî dijîn yan jî pêkve dimrîn. Serok Barzanî amadebûyan jî ji wê yekê dilniya kir ku ewên li rûdawan da kêmterxemî kirine didine dadgehê û têne siza kirin. Serok Barzanî balkişand li ser wê karesata ku li ser xelkê Şengalê da hat û ragihand ewên destê wan li kuştin û azardana xelkê Şengalê da hebûye sizayên xwe werdigrin û amadebûyan jî ji wê yekê dilniya kir ku Şengal û hemû navçeyên jêr destê terorîstan têne azad kirin.

Her wiha li vê civînê de dergeha guftûgo û pirsiyar û pêşniyaran li ser amadebûyan hate vekirin û nûnerên pêkhatên olî û neteweyiyên Şengal, deşta Nînowa, Tele'fer û Zûmmar di derbarê çareserkirina rewşê û rûbirûbûna terorîstan û her wiha rewşa koçberan têbînî û pêşniyar û pirsiyarên xwe pêşkêşî Serok Barzanî kirin û Serok Barzanî jî bersîva pirsiyar û têbîniyên wan da.

Top