• Wednesday, 17 July 2024
logo

Helly Luv bi cilên Pêşmerge beşdarî festîvala Toronto bû

Gulan Media September 8, 2014 Hunerî
Helly Luv bi cilên Pêşmerge beşdarî festîvala Toronto bû
Wek piştgiriyekê bo Pêşmergeyên Kurdistanê ku niha li eniyên şer in, stranbêja Kurd Helly Luv bi cilên Pêçmerge beşdarî Festîvala Navneteweyî ya Fîlman a Torontoyê bû.

Stranbêja Kurd Helly Luv li ser rûpela xwe ya tora civakî ya Facebookê wiha nivîsiye: ‘’Wek piştgirî û dilsoziya min bo birayên Pêşmerge yên qehreman ku niha li eniyên şer in, bi cilên Pêşmerge tevî Festîvala Navnetewî ya Fîlman a Torontoyê li welatê Kanada bûm.’‘

Luv wiha dibêje: ‘’Her dema gehiştim cihê festîvalê gelekan ji amadevanan pirsa van cilan ji min kirin, min jî gelekî bi şanazî berî ku dest bi axaftinê bikim li ser festîval û fîlman min ji amadevanan re got ku evna cilên Pêşmergeyên qehreman in ku niha di şer de ne û şer bo aştî û azadiya hemû cîhanê dikin neku tenê bo Kurdistanê, ez ji vê derê rêz û xoşewîstiya xwe bo hemû Pêşmergeyên qehreman dişînim û ji wan re dibêjim her li çi cihekî bim hun di dilê min de ne.’‘

Luv wiha nivîsiye: ‘’Piştre yekem car bi amadebûna çendîn aktorên cîhanî û ekîba fîlm, Fîlmê Merdan hat pêşandan û piraniya amadevanan ji filmê me man ecêbmayî. Derhênerê fîlmê Merdan Betîn Qubadî ye û ez jî di vî fîlmî de wek aktorekê rolê jineke Kurd dibînim û gelekî şanaziyê jî bi wê yekê dikim ku wek yekem keça Kurd beşdarî festîvala Toronto ya fîlman bûm ku di rojên 8 û 14’ê vê mehê de careke din tê pêşandan.

Basnews
Top