• Wednesday, 17 July 2024
logo

Rojîn ji mirinê filitî

Gulan Media August 17, 2014 Hunerî
Rojîn ji mirinê filitî
Hunermenda kurd Rojîn ku dixwest here navçeya Silopiyê ya Şirnexê û alîkariya koçberên êzîdî yên ji ber DAIŞê ji Şingalê reviyane wir, bike ji mirinê filitî.

Hunermend Rojîn û 3 polîsên ku pasewaniya wê dikirin, îro ji Amedê ber bi navçeya Silopî ya Şirnexê ve diçûn lê di rê de otomobîla wan bi otomobîla ku ji Mêrdînê dihat, qeza kir.

Di bûyerê de 3 polîsên pasewanên Rojînê jiyana xwe ji dest dan. Navên wan polîsên ku di bûyerê de mirin, ev in: Ahmet Yildirim, Omer Mercimek, Sitki Kara.

Hunermend Pelîn Batû ku di dema bûyerê de bi Rojînê re bû, ji DHAyê re got, ji ber wê bûyerê Rojîn gellekî xemgîn bûye û wiha axivî: “Em diçûn Silopî ku alîkariya êzîdiyên ku ji ber DAIŞê reviyane bikin.”

Pelîn Batû wiha domand: “Rojînê dixwest rewşa jin û zarokên êzîdî yên li Silopiyê ji nêzîk ve bibîne. Me dixwest bizanin ka em dikarin çawa alîkariya wan bikin...”

Batû da zanîn ku ji ber wê bûyerê nekarîne herin Silopiyê û wiha got: “Piştî bûyerê hat îdiakirin ku hinek pasewanên din hatiye xwestin lê ev rast nîne. Me daxwaza ti otomobîleke din jî nekir. Em dîsa vegeriyan Amedê û me li Asayişa Amedê îfade da. Birastî jî em pir xemgîn in.”

Rudaw
Top