• Wednesday, 17 July 2024
logo

Narîn Feqe piştgiriya Hêzên Pêşmerge dike

Narîn Feqe piştgiriya Hêzên Pêşmerge dike
Hunermenda Kurd, Narîn Feqe piştgiriya xwe bo Hêzên Pêşmerge yên Kurdistanê di şerê li dijî DAIŞ’ê de anî ziman û daxwaza yekrêziya gelê Kurd kir.

Di şerê Hêzên Pêşmerge yên Kurdistanê de li dijî çekdarên Dewleta Îslamî ya İraq û Şamê (DAIŞ), hunermendên Kurd bi awayên cuda piştgiriya xwe bo Pêşmergeyan tînin ziman.

Narîn Feqe di vê derbarê de nameyeke piştgiriyê belav kir ku got: “Ji ber ku Kurdistan di qonaxeke hestiyar re derbas dibe û rewşek aloz niha heye, ez ji dil hêviya serkeftinê bo Hêzên Pêşmerge dixwazim di bergiriya wan de li axa pîroz a Kurdistanê.”

Narîn daxwaz ji gelê Kurd li her çar aliyên Kurdistanê kir ku bibin yek û dest bidin dest hev, ji ber ku dema yekhelwestî û hevgirtina Kurdan e. Hunermenda Kurd bal kişand ser rewşa Şingalê jî û wiha axifî: “Şingal ne bê xwedî ye, Şingal rûmeta Kurdistanê ye. Her bijî Kurd û her bijî Kurdistan.”

Basnews
Top