• Wednesday, 17 July 2024
logo

Fîlma “Klama Dayîka Min” diçe Sarajevoyê

Fîlma “Klama Dayîka Min” diçe Sarajevoyê
Galaya (temaşeya pêşîn) fîlma metrajdirêja yekemîn ya derhênere kurd Erol Mintaş ya bi navê “Klama Dayîka Min”, ya di Festîvala Fîlman ya Sarajevoyê ya 20. de dê çêbibe.

Erol Mintaş ji Rûdawê re ragihand, fîlma bi navî “Klama Dayîka Min”, dê beşdarê Festîvala Fîlman ya Sarajevoyê di beşa pêşbirkiya nawneteweyî de bibe. Ew festîvala di navbera15-23yê Tebaxê de pêk tê.

Festîvala Fîlman ya Sarajevoyê (Bosna Hersek) eleqeyek mezin dibîne û fîlmên tê nîşandayîn heta domahiya festîvalê her sal ji aliye 100 hezar kesî ve tê temaşekirin.

Mijara fîlmê, li ser koçkirina mecburî ya dayik û kurekî ye. Fîlm di payîza 2013an de li Stenbolê û navçeya Bazîdê ya Agîriyê ya Bakurê Kurdistanê de hatiye kişandin.

Lîstikvanên fîlme yên ku rola serekê dileyîzin Feyaz Duman, Zubeyde Ronahî û Nesrin Cavadzade ye. Lîstikvanên rola alîkariyê de yên ku li gel lîstikvanên serekê dileyizin jî Aziz Capkurt, Ferit Kaya, Mehmet Unal û Cuneyt Yaliz e.

Derhênerê dîmenan yê fîlmê George Chiper-Lillemark e, derhênere hunerê Ismail Durmaz e. Hûnandina fîlmê ji aliyê Alexandru Radu û muzîka fîlmê jî ji aliyê Başar Under ve hatiye çêkirin.

Fîlma “Kilama Dayîka Min” ji fona sînemaya bi navê CNC Cinema du Monde a Fransayê û Rêveberiya Giştî ya Sînemayê ya Wezareta Çand û Tûrîzmê ya Tirkiyê alîkarî wergirtibû. Ew fîlm dema di qonaxa çêkirinê de bû di çarçoveya “Atolyeya Koprude Buluşmalar” a Festîvala Fîlman a Stenbolê de, xelatên 1000 Volt Post Produksiyon û belavkirina “Sînemaya Din” wergirtibû. Fîlm hîn di qonaxa nivîsandina senaryoyê de bû ku xelata senaryoya herî baş di kategoriya fîlma metrajdirêj de ji aliyê Kovara Notosê ve standibû.

Klama Dayika Min li ser koçkirina dayîk û kûrekeyê. Elî û dayika xwe Nîgar ji bo gundên Bakurê Kurdistanê ji aliyê dewleta tirk ve tê valêkirin û ew jî mecbûr dibin ji Bakurê Kurdistanê koçberî taxa Tarlabaşi ya Stenbolê dibin. Demek tê dîsa neçar dibin ji taxa lê dimînin bar dikin û careke din jî jiyana wan serûbino dibe. Êdî ew ji bajêr dûr in, di nav avahiyên bilind ê beton de ne û pirsgirêkên wan dest pê dikin. Nigar fêrî jiyana bajêr nabe, travmayên psîkolojîk derbas dike û dibêje qey cîranên wan hemû vegeriyanê gundên xwe. Ew jî dixwaze vegere gundê xwe û her roj amadekariya çûyînê dike. Elî jî hem pirsgirêkên wî bixwe hene hem jî çareseriyê ji nexweşiya dayika xwe re digere. Elî dê keyfa dayika xwe xweş bike û wê bi motorsîkletê digerîne û her roj jê re diyariya tîne. Dikevin pêy klama tê xewna wan. Fîlm li ser belengaziya wan dimeşe.

Derhênerê kurd Erol Mintaş sala 1983an de li bajarê Bakurê Kurdistanê, Qersê ji dayik bûye. Di sala 2008ê de li ser stîla derhenêrê di cîhanê de navdar Tarkosky mastera xwe diqedîne. Mintaş di sala 2008an de kurtefîlma xwe ya yekemîn ya bi navê "Butimar" çêdike, kurtefîlm beşdarê gelek festivalên filma yên Tirkiyeyê û yên nawneteweyî dibe û di wan festîvalan de 4 xelatan werdigire. Kurtefîlma wî ya duyemîn jî ya bi navê "Berf" sala 2011an di festîvala Fîlmên Portekala Zêrîn ya Antalyayê de xelatê yekemîn werdigire. Klama Dayika Min jî fîlma metrajdirej a Mintaş a yekemîn e. Zimanê fîlme bi kurdî û tirkî ye.

Rudaw
Top