• Wednesday, 17 July 2024
logo

Luv: Em Pêjmergeyên jin bihêz in û ji DAİŞ’ê natirsin

Luv: Em Pêjmergeyên jin bihêz in û ji DAİŞ’ê natirsin
Stranbêja navdar a Kurd Helly Luv derbarê gefên Dewleta Îslamî ya İraq û Şamê (DAİŞ) de got: ‘’Em Pêşmergeyên jin bihêz in û bê tirs xebat û têkoşîna xwe dimeşînin.’‘

Stranbêja navdar a Kurd Helly Luv ragehand ku ew ji gefên DAİŞ’ê natirse û wiha axifî: ‘’Ez ji grûbên Îslamî natirsim. Di jiyanê de tenê tirseke min heye. Ew jî mirov derbarê hemû tiştekî de bêdeng bimîne û ne tiştekî din.’‘

Ji dema di Sibata borî de yekem klîpa Helly Luv derket ku molotof kokteyl diavêje û bi Pêşmergeyên jin ên bi kelaşînkof re dansê dike û heta niha nêzîka 2,5 milyon kesan li ser YouTubê berê xwe dane wê klîpê. Lê piştre çekdarên DAİŞ’ê gefa kuştinê lê xwarin.

Li gor nivîsa İpek İzci ku îro di rojnameya Hurriyetê de hatiye weşandin, Helly Luv derbarê wan gefan de wiha dibêje: ‘’Ez ji grûbên Îslamî natirsim. Em Pêşmergeyên jin bihêz in ê bêtirs tekoşîna xwe dikin. Bila hemû kes bizane.’‘

Basnews
Top