• Wednesday, 17 July 2024
logo

Konsolosê Misrê bû zavayê Kurdan

Konsolosê Misrê bû zavayê Kurdan
Konsolosê Misrê yê Herêma Kurdistanê Silêman Osman diyar kir ku gelek tiştên hevbeş ên wan û gelê Kurd hene û pir kêfxweş e ku bûye zavayê Kurdan.

Piştî belavbûna nûçeya nîşankirina stranbêja Kurd Dilniya Qeredaxî li Konsolosê Misrê Silêman Osman ku bû manşeta medya û gelek axaftin li ser hat kirin, di vê derbarê de Konsolosê Misrê ji BasNewsê re axifî û got: ‘’Kurd û Misrî du neteweyên gelekî nêzîkî hev in, herdu gel gelekî aştîxwaz in û kêfa wan ji jiyanê re tê.’‘

Silêman Osman da zanîn ku divê Kurd bi heman çavî berê xwe nedin gelê Misrê wek ku berê xwe didin Erebên şovenîst û wiha axifî: ‘’Wan bi dehan salên borî Kurd asîmle kirine, lê wek gelê Misrê gelekî kêfa me ji Kurdan re tê û gelek xalên hevbeş me dighîne hev.’‘

Osman axaftina xwe wiha qedand: ‘’Kêfxweşim ku di dema karê min ê Hewlêrê de, peywendiyeke min a baş ligel gelê Kurd hebû û min ew gelê ku zilm lê hatiye kirin û aştîxwaz e naskir, ez gelekî jî kêfxweş im ku ev naskirina han bû sedema hevsergîriyê û bûm zavayê Kurdan, evna jî ne yekem car e ku zewac di navbera gelê Kurd û gelê Misrê de çêdibe.’‘

Hêjayê gotinê ye Konsolosê Misrê yê Herêma Kurdistanê Silêman Osman, yek ji wan kesan e ku bandoreke wî ya zêde hebû di qayîmkirina peywendiyên navbera herdu aliyan de û hevkarî kir bo anîna rewşenbîr û hunermendên Misrî bo Kurdistanê.

Basnews
Top