• Wednesday, 17 July 2024
logo

Misr derhênerekî Kurd xelat dike

Misr derhênerekî Kurd xelat dike
Biryar e di nîva vê mehê de festîvala sînemayî ya Cîze ya kurtefîlman di bin navê “Paşeroja Misrê di navbera du şoreşan de” bê lidarxistin û derhênerê Kurd Elî Bedirxan bê xelatkirin.

Seroka festîvala Cîze Sefa Elleysî ragihand ku 13ê tîrmehê festîval destpêdike û 5 rojan dom dike û çend kurtefîlm tê de dê werein nîşandan.

Herwiha derhênerê navdar ê misrî yê bi esil Kurd Elî Bedirxan weke derhênerekî xwedî tecrûbe yê Misrê dê rêza lê were girtin û xelatkirin.

Elî Bedirxan li Qahîre ji dayik bûye û hevjînê ektera navdar a misrî Suad Husnî bû û heta vêga dora 120 fîlmên wî hene.

Rudaw
Top