• Wednesday, 17 July 2024
logo

Navê bûlwara Erdogan bû Bûlwara Celadet Elî Bedirxan

Navê bûlwara Erdogan bû Bûlwara Celadet Elî Bedirxan
Li Erdîşa navçeya Wanê bi biryara encûmena şaredariyê navê “Bûlwara Receb Teyib Erdogan” guhertin û kirin “Bûlwara Celadet Elî Bedirxan”.

Piştî ku navê rewşenbîr, nivîskar û siyasetmedarê Kurd Celadet Elî Bedirxan dan bûlwarê, tabelayên bi kurdî û tirkî hatin daleqandin.

Şaredara Erdîşê Dîba Keskînê daxuyanî da rojnamegeran.

Dîba Keskînê got “Erdîş di dîrokê de cara ewil e ku vedigere li ser navekî kevneşopa xwe û wî navî bi kar tîne. Ji bo me û encûmena şaredariyê ev nav navekî bi rûmet e ku me li vê bûlwarê kir”.

Şaredara Erdîşê axaftina xwe wiha domand: “Navê Serokwezîr li her derê Tirkiyê heye. Hê zêdetir jî heye. Serokwezîr lîderekî Tirkiyê ye. Divê li vê derê navekî Kurd, li wê derê navekî Çerkez, li cihekî din navekî Laz, Ereb, Raris hebe”.

Rudaw
Top