• Monday, 06 May 2024
logo

Çekdaran bi ala spî êrîşê pêşmerge kirin

Çekdaran bi ala spî êrîşê pêşmerge kirin
Li eniya rojavayê Kerkûkê çekdarên DAIŞê êrîşê hêzên pêşmerge kirin û di encamê de pêşmergeyek şehîd bû. Di pevçûnan de çekdarek dîl hatiye girtin û 2 çekdar jî hatine kuştin.

Berpirsê Eniya Rojavayê Kerkûkê Kemal Kerkûkî ji Rûdawê re ragihand: “Demjimêr 06.45ê îro danê sibê (09-10-2017) komeke terorîstên DAIŞê êrîşê sengerên pêşmerge kirin.”

Kerkûkî da zanîn, ku pêşmerge ji hatina komê agahdar bûne lê çekdarên DAIŞê bi fêlbazî alên spî rakirine, lewma pêşmerge hiştine nêzîkî wan bibin.

Kemal Kerkûkî got: “Li nêzîk dest bi teqeyê kirin û pêşmergeyan jî di cîh de bersiv da wan.”

Berpirsê Eniya Rojavayê Kerkûkê da xuyakirin, ku di encama pevçûnê de pêşmergeyek şehîd bûye. Herwiha 2 çekdarên DAIŞê hatine kuştin û yek jî dîl hatiye girtin.

Rudaw
Top