• Wednesday, 17 July 2024
logo

Kurdek sertîmê 3 welatan e

Kurdek sertîmê 3 welatan e
Hunermendekî kurd bala ewropiyan dikişîne û li ser asta 3 welatan wek yek ji baştirîn hunermendan diyar dike.

Husên Koksecin (26) nişteciyê Almanyayê ku navê wî yê hunerî (KC Rebell) e heftiya borî alboma wî ya bi navê “Rebellution” ji aliyê televizyona “MTV” ve wek alboma hefteyê hate destnîşankirin.

Niha (KC Rebell) di tîma mûzîkî ya Almanyayê de yekem e, li Swîsrayê duyem e û li Nemsayê jî sêyem e.

Li Almanyayê wek stêrkeke nû ya mûzîka Rapê behsa “KC Rebell” dibe.

Husên ku niha li bajarê Essen ê Almanyayê dijî, xwedî çend albomên stranan e ji wan jî “Derdo derdo” û “Kurdistan”.

Alboma wî ya nû jî kurtiya herdu peyvên “Rebell” û “Revolution” e, wate “Serhildan û şoreş”.

Rudaw
Top