• Wednesday, 17 July 2024
logo

Dêra Axdamara Wanê dikeve nav lîsteya Mîrata UNESCOyê

Dêra Axdamara Wanê dikeve nav lîsteya Mîrata UNESCOyê
Ji bo ku Dêra Axdamarê ya li Gola Wanê li Bakûrê Kudistanê bikeve nav Listeya Mîrata Dinyayê ya Rêxistina Çand, Zanist û Perwerdeyê ya Neteweyên Yekbûyî (UNESCO) serî li Wezareta Çand û Tûrîzmê hat dayîn.

Rêveberiya Çand û Tûrîzmê ya Wanê ji bo ku Dêra Axdamarê ya li navçeya Gewaşa Wanê a ku li ser navê Qralê Vaspûrakanê I. Gagik ji bo Qeşe Manûel di navbera salên 915 û 921an de hat çêkirin, bikeve listeya UNESCOyê bi awayekî fermî serî li Rêveberiya Giştî ya Mûzeyan da.

Rêveberê Çand û Tûrîzmê yê Wanê Mûzaffer Aktûg derbarê serlêdanê de agahî da rojnamegeran û got ku ji bo serlêdanê 10 pîvan hene, divê di serî de Dêra Axdamarê bikeve nav Lîsteya Mîrata Dinyayê ya Berwext û wiha dewam kir:
"10 kirîterên UNESCOyê hene û 6 kIrîterên Dêra Axdamarê jî li gor van kirîteran in. Piştî ku me serî li wezaretê da, wezaretê ji bo şert û mercên ku bi cih bên anîn rê nîşanî me da. Me jî kirîterên di lîsteyê de ne nirxand û him bi tirkî him jî bi îngilîzî dosya amade kir û radestî wan kir. Di 2014an de dê dosya bê nirxandin û piştre dê Dêra Axdamarê bixin nav Lîsteya Mîrata Dinyayê ya Berwext û dûv re jî bixin nav Lîsteya Mîrata Dinyayê."

Aktûg got ku ji bo ku berhemekê hildin nav Lîsteya Mîrata Dinyayê kirîterek têrê dike.

Rudaw
Top