• Wednesday, 17 July 2024
logo

Li Kölnê Saziya Çand û Karkerên Kurdistanê tevî festîvala bajar bû

Li Kölnê Saziya Çand û Karkerên Kurdistanê tevî festîvala bajar bû
Li Elmanya berdewam sazî û komeleyên kurdan tevî çalakî û festîvalên kulturî û werzişî dibin, li Bajarê Köln navenda Porzê Komela Çand û Karkerên Kurdistanê (Koç-Kar e.V-Arbeiter Kulturverein Kurdistans) beşdarî Festîvala Kulturan bû ku ji aliyê şaredêriya bajar ve hatibû organîzekirin.

Di festîvalê de komeleya kurdan bi mûzîk, kinc û govenda kurdî beşdar bûn û li aliyekî meydana festîvalê ku li navenda Porzê hatibû organîzekirin standeke xwe vekiribûn ku bi dehan kurd li wir kultur û netewa kurd bi biyaniyan didan nasandin. Hunermenda kurd Mizgîn bi sitranên xwe festîval xemiland bi taybetî strana Zozan Zozan wê festîval hejand.

Hêjayî gotinê ye Komeleya Çand û Karkerên Kurdistanê sala 1981´an hatiye damezrandin û heta niha di çendîn kar û çalakî û festîvalan de amade bûye û xizmeteke berçav pêşkêşî revenda kurd a bajarê Kölnê kiriye, ev 4 sal in beşdarî vê festîvalê dibe.

Basnews
Top