• Wednesday, 17 July 2024
logo

Li Tirkiyê cara ewil ferhenga kurdî ya zanista bijîşkiyê hat derxistin

Li Tirkiyê cara ewil ferhenga kurdî ya zanista bijîşkiyê hat derxistin
Li bajarê Mêrdînê yê Bakûrê Kurdistanê, bijîşkekî ferhenga zanistana bijîşkiyê û têgehên wê ya pirzimanî amade kir. Ferheng bi sê zimanên kurdî, tirkî û îngilizî ye.

Bijîşkê bi navê Dr. Seydo Homan ku di Nexweşxaneya Dewletê ya Mêrdînê de Pisporê Nexweşiyên Çerm û Jinan e, bi zimanê îngilizî, tirkî û her sê zaravayên kurdî (kurmancî, soranî û zazakî) ferhenga zanista bijîşkiyê û têgehên wê amade kir.

Dr. Homan daxuyanî da AAyê û got: "Ez ji bo ku beşdarî bernameya tenduristiyê ya TRT Şeşê bibim, min li ser têgehên tibbê lêkolîn kir ku ez wateyên têgehan bi kurdî bibînim. Pişt re fikirîm ku ez vê keda xwe bikim pirtûk û çap bikim. Ji bo ku ferheng bibe ferhengeke navneteweyî, min zimanê îngilizî jî lê zêde kir û ferheng bû ferhengeke pirzimanî, ango îngilizî, kurdî û tirkî."

Wî bijîşkê kurd destnîşan kir ku wî ji bo ferhengê ji 26 çavkaniyan îstifade kir û wiha dewam kir: "Li Tirkiyê li ser tibbê ferhengeke tibbê ya kurdî cara ewil hat amadekirin. Ez bawer dikim ku ev ferhenga tibbê dê ji bo personelên nexweşxaneyê yên ku kurdî nizanin bibe rêber ku personel û nexweş ji hevdu fêm bikin. Li welatên din ferhengên tibbê bi kurdî hatine çapkirin, lê ev ferheng li Tirkiyê cara ewil tê çapkirin. Ferheng bi îngilizî dest pê dike, bi kurdî dewam dike û bi tirkî diqede. Min di amadekirina ferhengê de zehmetî kişand. Min di sê sal û nîvî de ferheng amade kir."

Dr. Homan got ku di ferhengê de her sê zaravayên kurdî jî hene û wiha dewam kir: "Li gor zimanên din hejmara peyvên kurdî zêdetir in. Ji ber ku min peyvek bi her sê zaravayên kurdî jî nivîsî hejmara peyvên hemwate zêde bûn. Hejmara peyvên kurdî 25 hezar in. Hejmara peyvên îngilizî û tirkî jî nêzîkî 15 hezaran e."

Ferheng ji 278 rûpelan pêk tê.

Rudaw
Top