• Wednesday, 17 July 2024
logo

Pirtûka nû ya Yildiz Çakar ‘‘Leylanok’’

Pirtûka nû ya Yildiz Çakar ‘‘Leylanok’’
Navê pirtûka nû ya Yildiz Çakar ’’Leylanok’’ e, pirtûk 80 rûpele û ji aliyê weşanên Avestayê ve hatiye çapkirin.

Yildiz derbarê mijara pirtûka xwe ya nû ’’Leylanok’’ de agahî dan BasNewsê û got: ’’Di pirtûka pîroz a Zerdeştiyan, Avestayê de qala 16 welatan tê kirin ku welat, mirov û hebûn û hêmayên jin û lêgerînê di metneke helbestî de -li gor min- cîh girt. lêgerinek ku li gerdûnê jinek û bêwelatiyek... wek metafor, wek hêma, deq, xwe bi peyvan di kitêbê de cîh girtine. helbet li ser ewqas alozî, windabûn, pirs, pirsên bêbersiv ku li xwezayiya têkûz biqasî serê derziyê rastiya êş û evînê jî bi dest, bi reng nade diyarkirin’’.

Çakar di berdewamiya axiftina xwe de dibêje: ‘‘Têde dixwazim vê bibêjim - kulmek êş dixwazim- lê reng tuneye, li dest xwiya nake...evînek dixwazim li ser parceyek ax, axek bêminet ku tenê bo xwediyê xwe. Lê -evîn navê vegerek ku tenê li xwe ye.’‘

Yildiz Çakar sala 1978’ê li Diyarbekirê hatiye dinê. Ji bilî helbest û çîrokan gelek ceribandin û çîrokên senaryoyê jî nivîsandine. Endama PEN a Kurd û yek ji damezrênerên Komeleya Nivîskarên Kurd li Diyarbekirê ye. Heya niha çar pirtûkên wê hatine çapkirin.

- Goristana Stêrka, Helbest (Weşanên Elma, Stembol, 2004)

- Ala, Çîrok ( Weşanên Yekitiya Nivîskarên Duhok 2008)

- Derî, helbest (Weşanên Avesta, Stenbol, 2012)

Çakar ji bilî xebatên edebî, bi hevbeşî bi Amed Tigrîs re pirtûka bajarê Amedê ’’Amed, erdnîgarî, dîrok, çand’’ (Weşanên Şaredariya Bajarê Mezin ya Amed, 2012) jî amade kiriye. Hêjayî gotinê ye heman pirtûk di sala 2013ê de bi wergera tirkî jî çapbû.

Beşek ji pirtûkê:

LEYLANOK ‘şerbeta emrê min ji tasa xweda de rijya û ax ziha bû’ “-gotina min ev e : şev dikare te veşêre û roj jî, lê ji dil naye veşartin…!” “-gotina min jî ev e : de ka kulmek agir ji êşê…!” “-gotina min ev e : êş bêrenge, li dest xwiya nake?” “-gotina min jî ev e: tu çi bî ez ew im! nav tenê perdeye, perdeyek spî jî li bibîkê birenge! ger haya min ji te hebe, haya te jî ji min!” ‘ji bêdengiya min re’ “ey afrînerê dinyaya maddî, tu ê ku pîroz! cihê ew kesê ku bi tenê cesedekî hilbigre wê cihê wê/wî çi be? Ahûra Mazda bersiv da: cihê wê/wî ew dere ku li ser rûyê erdê herî kêm av û nebat lê ye, axa wê hişk û rûte, cihê herî kêm keriyê pez û naxirê dewaran tê derbas dibe, agirê Ahûra Mazda û desteyên Baresma ku di riya xweda de ne û kesên bawermend herî kêm têde derbas dibe. Fargrad 3/15” wê helbet cezayekî vî tiştî hebûya, ceseda xwe min bixwe hilgirtibû, û wiha li ser erda pîroz ku hemû tekûzî bi navê te serî tewandî bûn, ez li meşê bûm. dizanim, di xalên te yên pîroz de ev tişt qet û qet tunebû. dema giyan terka xwe kiribe, cota nê û mê windabe, turika dil qul be, helbest jê xeydan be, ma çima na! te digot destûrê nede! bila kes cesedê bi tena serê xwe hilnegre! ên ku hilbigre, dê heta ebediyetê wê kirêt bi mîn e heta ber nenûkan. lê ez ji mecbûrî li ceseda xwe bûm xwedî, tenêbûm ji xwe, wek her kesî tenêbûm. ne li vî zemanî, nizanim belkî pir û pir kevnare bû tûnela ku têde derbas dibûm, tûnel dûdirêj bû, vala bû, vala bû têde her tişt, dawiya wê qet xwiya nedikir, erê cesed li min bû giyan terk kirî bû, dengê girîyê di zengilokê de asê dibû, qefes nedişkiya û dengê çivîkan êsîr dima di bin hestiyan de, cesed û kirêt bûn, heta ber nenûkan xenî bûn! -çima sar e? -ji derve wiha xwiya dike! -sing çima xwar diçe jêr? -ji parsûyên xwar e! erê cesed li min bû, giyan ez terk kiribûm, bê sedem bû, neheq bû, li hebûnê ev qet ne tiştek bû, ji ber gelek ên wek min ceseda xwe hilgirtibûn û bêdeng bûn, ji kirêt bûna xwe qayil û heta ber nenûkan ji xwe razî bûn. lê cesed li min bû, heta ber nenûkan kirêt bûm, qêrîn û hêrs wek gloka agir di singê de lixwe nehatibûn, deng bû, dengê ji qaliba xwe meztir, lê bi her hawî di tûnelê de qet ne tiştek bû. erê tiştek hebû di ber nenûkê min de, hinek ax, parçeyek xwîn! derewek bêcism, apikek bê bersiv ku bi navê jiyan, û nenûkê.

Basnews
Top