• Wednesday, 17 July 2024
logo

Muna Wasif: Serdana Kurdistanê xewna min bû

Muna Wasif: Serdana Kurdistanê xewna min bû
Muna Wasif, ektera herî navdar li Sûriyê ye. Wê navê xwe bi tîpên zêrîn di nava drama Sûrî de nivîsandiye.

Muna Wasif li bajarê Şamê paytexta Sûriyê jidayik bûye û ew keça bavekî kurd e. Bixwe ji eşîreta Çilmêran e û weke Kurdên Şamê têne naskirin. Muna Wasif di gelek flîmên sînemayê de rola sereke lîstiye, weke flîmê el-Risale ya derhênerê cîhanî Mistefa el-Eqqad û wê di gelek zincîre dramayên Sûrî de jî rola sereke lîstiye.

Ji rêzefilmên wê yên herî navdar Eseid el-Werraq, Zenûbya, Bab el-Hare û Bukra Ehle ku senarîstê wê bixwe jî kurd e û navê wî Mihemmed Oso ye. Li ser vexwendinek fermî lîstikvana naskirî Muna Wasif, beşdarî Festîvala flîman ya navdewletî li Hewlêrê bû.

Ew di heman demê de, yek ji endamên juriya festîvalê ye.

Muna Wasif ji bo Rudawê axivî û got ku ew gelekî bi serdana Kurdistanê kêfxweş bûye û ji berê ve her daxwaza wê bû ku rojekê ji rojan were seredana Kurdistanê bike.

Piştî vexwendina ji bo festîvalê xewna wê ya hatina Kurdistanê bi cî hatiye. Mûna Wasif behsa drama Sûrî kir û rola kurdan di avakirin û pêşketina wê de anî ziman. Ew dibêje, bi taybetî kurdên Şamê yên weke Talat Hemdî, Ebdurrahman Alareşî û Xalid Taca roleke serekî di vê xebatê de lîstine.

Dayika Muna Wasif kirîstiyan e û ew bixwe jî dayika kurekî bi navê Emar Ebdilhemîd e ku wekî kesekî opozîsyonê tê naskirin.

Rudaw
Top