• Wednesday, 17 July 2024
logo

Tugba Ozay: Hewlêr dikare bibe Cannes

Tugba Ozay: Hewlêr dikare bibe Cannes
Mêvana Yekem Festîvala Fîlman a Hewlêrê Tugba Ozay got: ‘‘Dixwazim Hewlêr jî di pêşerojê de bikaribe festîvalên mîna Cannesê çêbike. Ev ne xewn e û ne jî tiştekî nemimkûn e.’’

Ozay çend sal berê di filîmekî Kurdî yê bi navê ’’Leşkerên Seddam’’ de cih girtibû. Tugba ozay da zanîn ku ewê dîsa di projeyên wiha de cih bigre lê di derheqê van projeyan de agahî nedan.

Şivan Perwer xelata rûmetê pêşkêşî Beşîkçî kir

Mêvanê rûmetê yê festîvalê Şivan Perwer di festîvalê de xelata rûmetê wergirt lê Perwer xelata xwe pêşkêşî civaknasê Tirk Îsamaîl Beşîkçî kir û got: ‘‘Ev zilamê ku jiyana xwe bo aştiya Tirk û Kurdan feda kiriye hêjayê xelatên hemû rûmetan e’’

Hevsera Yılmaz Guney Fatoş Guney jî beşdarî festîvalê bû. Guney wiha axifî: ‘‘Ji ber ku Yılmaz Guney daxwaza maf, azadî û serxwebûna Kurdan dikir neçar ma biçe sirgûniyê’’ Di festîvalê de bo Yılmaz Guney jî xelata rûmetê hat dayin, xelata Yılmaz Guney hevsera wî Fatoş Guney wergirt.

Basnews
Top