• Wednesday, 17 July 2024
logo

Hunermenda tirk Sezen Aksû: Em hemû li hember Ehmed Kaya sûcdar in

Hunermenda tirk Sezen Aksû: Em hemû li hember Ehmed Kaya sûcdar in
Hunermenda navdara tirk Sezen Aksû, di konsêrta xwe ya Almanyayê de hunermendê kurd Ehmed Kaya bibîr anî û got, bila ti kes xwe vir de û wê de nede em hemû li hember Ehmed Kaya sûcdar in.

Hunermenda tirk Sezen Aksûz, ku ji roja 28ê Gulanê ve derketiye tûra Ewropayê, pêr li bajarê Boxomê yê Almanyayê konsêrtek da.

Sezen Aksûz ku di nav gel de wek “çûka biçûk” tê naskirin, di kevana konsêrtê de behsa hunermendê kurd Ehmed Kaya, ku di şeva 10ê Sibata 1999an û di merasima dayîna xelata Komeleya Rojnamevanên Magazînê ya Tirkiyê de rastî êrişa kesên nijadperest hatibû, kir û got, bila ti kes xwe vir de û wê de nede ji ber ku em hemû li hember Ehmed Kaya sûcdar in.

Tê zanîn, hunermendê kurd Ehmed Kaya, şeva 10ê Sibata 1999an de ku xelata baştirîn hunermendê salê ya Komeleya Rojnamevanên Magazînê ya Tirkiyê wergirtibû, piştî wergirtina xelatê gotibû, ezê di alboma xwe ya nû de straneke kurdî bêjim û dê kilîba wê jî bikşînin, ez hêvîdar im ku hinek televîzyonên ku vê kilîbê belav bikin hene eger belav nekin wê demê dê li hember gel hesab bidin.

Piştî van gotinên Ehmed Kaya, gellek hunermendên nijadperest ku di nav wan de hunermend kurd ên mîna Îbrahîm Tatlises, Mahsûn Kirmizigul, Ozcan Denîz û htd… hebûn, ji Kaya re xeberên nexweş gotibûn û bi çetel û kevçiyan êrişî wî kiribûn.

Ehmed Kaya, roja 28ê Cotmeha 1957an li bajarê Meletiyê yê Bakûrê Kurdistanê ji dayîk bûye û roja 16ê Mijdara 2000an li Parîsê jiyana xwe ji dest daye.

Rudaw
Top