• Wednesday, 17 July 2024
logo

Hunermendekî Kurd gelek stran dane hunermendên navdar ên Ereb

Hunermendekî Kurd gelek stran dane hunermendên navdar ên Ereb
Ev demeke gelek hunermendên Kurd, ji ber gelek sedemên cuda berê xwe didin Hewlêrê.

Hewlêr êdî ne tenê navendeke bazirganî û dîplomasî ye. Wê ew sînor derbas kiriye êdî bûye navend û wargeheke baş ji bo hunera kurdî û hunermednên Kurd.

Weke nimûne hunermend Kawa, ev ji 25 salan zêdetire ku bi karê hunerî re mijûl dibe.

Kawa xortekî xelkê bajarê Hesekê ye û ji temenê 12 salî ve heta weke niha mûzîkê dijenê.

Ew ji Hesekê çû Beyrûtê ji bo ku hunera xwe bi pêşxîne, lê wî bajarê ku demekê digotin Parîsa Rojhilata Navîn e, têra wî nekir, vê carê xwe rakir û berê xwe da Hewlêrê.

Ew niha li Hewlêrê ye û niyeta wî ewe ku karê xwe yê hunerî li vir bi pêşxîne.

Rudaw
Top