• Wednesday, 17 July 2024
logo

Piştî Gûney, Ceylan xelata Cannesê bidest xist

Piştî Gûney, Ceylan xelata Cannesê bidest xist
Fîlmê bi navê ’’Xewna Zivistanî’’ xelata zêrîn a Festîvala Fîlman a Cannesê bi dest xist. Derhênerê Tirk, Nurî Bîlge Ceylan derhênertiya fîlm kiriye û şeşemîn car e ku ew derhêner beşdarî Festîvala Fîlman a Cannesê dibe.

Winter Sleep ango Xewna Zivistanî çîroka jiyana lîstikvanekî şanoyê bi navê Aydin vedibêje ku li gundekî di nav dilê çiyayên Anatoliyê de ligel hevjîn û xwîşka xwe dijî. Senaryoya fîlm ji aliyê Ceylan û hevjîna wî Ebru Ceylan ve hatiye nivîsandin û lîstikvanê ku rolê Aydin dilîze, Haluk Bilginer dibêje, gotûbêjên şevane ya di navbera malbata Ceylan bi hevre hêwêna nivîsandina senaryoya bû.

Bilge Ceylan cara pêşîn di sala 1995’ê de bi kurte fîlmekî beşdarî Sestîvala Cannesê bû û piştre di sala 2003’ê de bi fîlmê ’’Distant’’ , 2006 ’’Climates’’, 2008 ’Three Monkeys’’ û 2011’ê ’’Once Upon a Time in Anatolia’’ beşdarî fêstîvalê bû.

Ceylan xelata xwe pêşkêşî hemû ciwanên Tirkiyê kir ku sala borî canê xwe ji dest dane û di beşeke di ya axiftin axwe de got: ’’Îsal Tirkiye sed saliya sînemegeriya xwe pîroz dike’’. Şeva borî jî Federasyona Navnetewî ya Rexnegirên Fîlman (FIPRESCI) xelata xwe ya yekem pêşkêşî fîlmê Nûrî Bîlge Ceylan’’Xewna Zivistanî’’ kir.

Basnews
Top