• Wednesday, 17 July 2024
logo

Sariya Sewas li Hewlêrê ye

Sariya Sewas li Hewlêrê ye
Di çarçoveya çalakiyên rewşenbîrî û hûnerî yên bajarê Hewlêrê wek paytexta geştyarî ya welatên Erebî 2014, tê pêşbînî kirin ku çendîn stêrk û hûnermendên Iraqî û Ereb berê xwe bidin Kurdistanê ji wan jî stranbêja Sûriyê a navdar Sariya Sewas wê konserekê li bajarê Hewlêrê bide.

Di vê derbarê de Rêveberê Şirketa Dar El-Necar Eyad El-Necar ji BasNewsê re got: ‘‘Hejmarek hûnermendên Iraqî û stranbêja Sûriyê Sariya Sewas dê konserekê li bajarê Hewlêrê bidin. Konser li Hola Babil a bajarokê Eynkawa roja pênçşembê (22.5 2014) saet heştê êvarî dest pê bike heta saet siyê şevê bwerdewam be.’‘

Hêjayê gotinê ye Sariya Sewas stranbêjeke Sûrî ye û bi nav û deng e, li bajarê Humisê ji dayîk bûye û ji zarokatiye xwe ve bi strana (Bi Agir Nelîze) dest bi stranbêjiyê kiriye. Strana wê ya herî navdar (Bes İsma’ Minî - Bes Li Min Guhdar Bike) ye. Gelek heyranên Sariya li Herêma Kurdistanê jî hene nemaze li bajarê Hewlêrê.

Basnews
Top