• Wednesday, 17 July 2024
logo

“Aşiq”ên Xorasanê kultura Kurdî diparêzin

“Aşiq”ên Xorasanê kultura Kurdî diparêzin
Kurdên Xorasanê navên “Bexşî” yan jî ”Aşiq” li wan kesan dikin ku gund bi gunde digerin û stranên resen dibêjin, wan Aşiqan beşeke girîng a ziman û kultura Kurdî parastine, lê wek hunermend nayên dîtin.

Aşiq heta niha strana “Lû û Hespê Darî” dibêjin, ku dîroka wê vedigere pêş ola Îslamê. Bexşî û Aşiq ew kesên Kurd in ku berî serdema Îslamê li navçeyên rojavayê Îranê dijiyan û bi rêya Hore û stranan zimanê Kurdî parastine û gihandine serdema Sefewiyan, ku wek dîroka modern a Kurdên Xorasanê tê naskirin.

Gotina Aşiq gelekî nêzîkê gotina Aşîk, Eşuk û Uşu ye ku tê wateya zilamê pîroz, ku yek ji sîmayên Aşiq û Bexşiyan e. Nêzîka 30 malbatên Aşiq li gundê Hename yê parêzgeha Xorasanê dimînin, hemû ser bi hoza Kurdî ya Kîkanlo ne. Ew malbat ji serdema Efşarî heta niha karê wan gotina stranan e.

Di serdemên borî de tu helkeft û cejin û şahiyek bêyî Bexş û Aşiqan ne dihat lidarxistin, di helkeftên wek Newroz, Mêrê Newroz, Zorbazî, Xele û Xerman de, her dem gotinên xweşî û şahî û dîlanan digotin.

Alava Bexşiyan zêdetir Pîq (Zirne), Quşme, Kemençe, Dehol û Zereb bû, yek ji navdartirîn Bexşiyên Sîrwanê jî Remezan Elî Ezîz bû ku mamosteyê zirna û kemençe û daholê bû herwiha bi dîlana Kurdî dihat naskirin. Niyaz Elî Roşne jî yek ji Aşiqên navdar bû, ew mamosteyê kemença Îranê bû, ligel van karan Aşiqan helbest di nivîsîn û di gotin.

Ji xeynî gotina stranan û lidarxistin şahiyan, Aşiqan dîrok û kultura Kurdî ji Kurdên Xorasanê re digotin, ew beşeke girîng bûn ji desthilata xwecihî li Xorasanê. Herwiha Lû, Newayî, Koroxlî, Xuce Lure, Şahsiyar, Sekîne, Salarme, Atamrgan û Perî Can beşek ji wan stran û çîrokan e ku Aşiq û Bexş li Kurdistana Xorasanê dibêjin.

Basnews
Top