• Wednesday, 17 July 2024
logo

Helly Luv wêneyê dayika xwe ya Pêşmerge belav kir

Helly Luv wêneyê dayika xwe ya Pêşmerge belav kir
Bi helkefta roja cîhanî ya dayikê, hunermenda Kurd, Helly Luv li ser rûpela xwe ya taybet a Facebookê, nameyeke taybet bo dayika xwe şandiye û wêneyekî dayika xwe yê dema ku Pêşmerge bû belav kiriye.

Di nameya Helly Luv de ku bo dayika xwe şandiye, wiha tê gotin: “Em hemû berhema westan û şevnerazana dayika ne lewma ez ji dilê xwe roja cîhanî ya dayikê li hemû dayikekê pîroz dikim, bi taybetî dayikên Kudistanê, ku her di nexweşî û hejariyê de zarokên xwe mezin kirine.”

Ew hunermend bi dîtina wêneyên dayika xwe di dema ku Pêşmerge bû gelekî kêfxweş bûye û jê re dinivîse: “Dema ku ez wêneyên dayika xwe dema ku Pêşmerge bû dibînim, ez dizanim bê çi zehmetî dîtiye heta ez gihandime vê rojê, careke din roja dayikê li te pîroz be dayê, wê xebata te hêz û azadiya îro daye min, spasiya te dikim ku tu her dem rêber û karnîşana minî.”

Helly Luv keçeke Kurd e û bi zimanê Inglîzî stranan dibêje, ew li Ameîka dijî, klîpa xwe ya dawî jî li kolanên Keleha Hewlêrê kişandibû û deng veda.

Basnews
Top