• Wednesday, 17 July 2024
logo

Dengbêj li qesra dîrokî ya Îshaq Paşa dibin mêvanê Ehmedê Xanî

Dengbêj li qesra dîrokî ya Îshaq Paşa dibin mêvanê Ehmedê Xanî
Dengbêjên kurd dê ji her çar aliyên Kurdistanê û cîhanê li qesra dîrokî ya Îshaq Paşa ya li navçeya Bazîdê ya Agiriyê li Bakûrê Kurdistanê bên ba hev.

Qaymeqamê Bazîdî Karahan Daştan daxuyanî da nûçegihanê AAyê û got ku bi danasîna cih û warên dîrokî yên li navçeyê dê hejmara tûrîstên ku tên serdana herêmê zêdetir bibe.

Daştan da zanîn ku hin projeyên ku hejmara tûrîstan zêde bike, amade kirine û wiha dewam kir: "Me projeyên xwe amade kirin û me ew pêşkêşî erkdarên ku bi mijarê re mijûl in kirin. Ev projeyên me hatin qebûlkirin. Di çarçoveya van projeyan de îsal cara ewil em dengbêjên dinyayê tînin bajarê xwe."

Daştan got ku dê bernameyeke berfireh amade bikin û wiha got: "Dê ji Îran, Iraq, Ermenistan, Rûsya û bajarên cuda yên Tirkiyeyê dengbêj bên navçeya me. Me ji bo projeyê ji Wezaretiya Karên Derve destûr sitand. Di çarçoveya projeyê de dê nêzîkî 20 dengbêjî bên herêmê."

Daştan wiha pê de çû: "Me ji bo çanda dengbêjiyê dewam bike, bigihêje nifşên nû, navçeya me bê nasîn, hejmara turîstên biyanî û herêmî yên tên herêmê zêdetir bibe, bernameyeke wiha amade kir."

Daştan da zanîn ku dengbêjên dê di pêşbirkan de bikevin dereceyê dê beşdarî bernameya di tebaxê de li Qesra dîrokî ya Îshaq Paşa bê lidarxistin bibin. Daştan diyar kir ku herwiha ji bo berdewamiya çanda dengbêjiyê jî li navçeyê "mala dengbêjan" ava kirine.

Qesra Îshaq Paşa, yek ji koşkên navdar ên Bakurê Kurdistanê ye û li bajarê Bazîdê ye.

Koşk ji aliyê Îshaq Paşa ve, di sala (1199 Hîcrî.)-(1784 Mîladî.) hatiye avakirin. Gorî dîroka fermî ya Tirkan di nava 99 salan de avakirina wê hatiye bidawîkirin. Mîmariya koşkê elementên Kurdî, Roma û Farsî (bo mînak Selçûqî) dihewîne. Sûrên wê bi nexşên giranbiha hatine nexşandin. Di avakirinê de koşk du qatî bûye lê qata jorîn êdî nemaye.

Koşk gelek caran ji aliyê dewlet û mîrîtiyên Kurdan ve hatiye restorekirin. Di wejeya Kurdî de gellek caran bûye kaneke navdar. Ehmedê Xanî jî li heman koşkê jiyaye û perwerde daye. Di dema Ehmedî Xanî de hîna xîmê wê hatiye danîn û Xanî jî di wê dêlindêzê de dua kiriye. Ew dua jî ev e ku Ebdulla M. Varli di pirtûka xwe ya bi navê "Dîwan û Jîneweriya Ehmedê Xanî" (Sîpan Yayinevi Yayinlari 2004 Stenbol ISBN 975-95829-8-8)de nivîsiye;

XUDAYA!

Xazî niyaza me ji te, jîna giran Xudê ji te Gazî hewar xaşî ji te, sara bixî warê kurda

Warê me jî bi xam bike, sîbana xanê xan bike Hemû bi hev re çêbike, royek evî warê kurda

Bi hev şa bin dilxaz bibin, bona hevdu dildar bibin Jîn û mirin bi hevra bin, di bin sîha serwerî da

Şahî carek bixî ya reb, nesîbê van bendê bê reb Hemta bikî bo hev bê leb, vê car evê koma kurda

Dilê Xanî pur şa dibe, bi Sara xaş ava dibe Gumana wî pur çêdibe, Sara dibe aşna kurda

Sera ava dibe ji nû, xîm avîtin ewan ji nû Tarîx hildaye me ji nû, “Rebbed lena” seray kurda “Rebbed lena” bi hesabê ebcedê dike 1087 (koçî) û bi miladî jî dike 1676. Xanî di bîst û pênc saliya xwe de bûye. Niha goristana Xanî li wir e. Mûsa Anter gelek caran koşk wekî "Tirba/Goristana Ehmedê Xanî" binavdikir. Dîsa Mizgefta Bazîdê jî li cem wê ye.

Di dagirkirina Rûsan a salên 1828 – 1829'î de, deriyê koşkê yê xwerû zêrîn bû, hatiye birin û niha li mûzeya Moskowê tê parastin. Li koşkê hemam, mizgeft, goristan, kulîn, hewliya xwarinê, salona pêşwaziyan, harem û sîstema germkirina hilmê (wekî kalorîferên îro) heye.

Rûdaw
Top