• Wednesday, 17 July 2024
logo

Fîlmê Heyfa Wehbî li Kurdistanê jî hat qedexekirin

Fîlmê Heyfa Wehbî li Kurdistanê jî hat qedexekirin
Wek çawa filmî Heyfa Wehbî yê bin navê “Helawet Rûh“ li Misrê hat qedexekirin li Herêma Kurdistanê jî hat ragirtin, hinceta aliyên ku ragirtine ewe ku film dûrî rewiştên civakî û dab û nêrîtane lê di himber de Heyfa Wehbî dibêje ku nimûneya keçên wek Rûh di nava civaka îslamî û erebî de gelek in.

Zêdeyî du meh dibe ku bi ser yekem weşana fîlmê nû yê hunermenda Ereb, Heyfa Wehbî, yê bi navê “Hewlawet Rûh” de derbas bû, lê hê ji bin sansurên dezgehên hikûmeî û îslamî li welatên Erebî rizgar nebûye. Li gor hinek kesan, ragirtina vî filmî wek cezayekê ye bo Heyfa Wehbî, ji ber dîmenên biwêr yê di nav wî filimî de, ku ji aliyê kesên li dijî wê bi dîmenên li dijî dab û nêrîtên giştî tên zanîn.

Çîroka wî filimî nêzîkê çîroka fîlmê Îtalî yê bi navê “Malina” ye ku lîstikvana serekî tê de “Monika Belotchy” bû. Fîlmê “Helawet Rûh”, behsa çîroka keçeke hejar di taxên gelerî yên Misrê de dike bê çawa jiyana xwe derbas dike û çawa her kes li laşê wê dinêrin ku di dawiyê de destdirêjiya sêksî li ser tê kirin û ew dîmen di nava fîlm de hatine pêşkêş kirin, lewma hikûmeta Misrê biryar da ku weşana wî filimî rawestîne.

Berhemhênerî wî fîlmî, Mihemed Sukbî li ser vê biryara hikûmeta Misrê dibêje: “Biryara Îbrahîm Mehelb Serokwezîrê Misrê bo qedexekirina wî filmî, pêşwext hatibû amadekirin û plan bo hatibû danîn, mebes jê tolhildana ji Heyfa Wehbî ye.”

Ji aliyekî din ve Zanîngeha Ezher, ya zanistên olî li Misrê, ragehand ku ew film asayişa exlaqî ya civaka Misrê dixe metrisiyê û mêjiyê zarok û xortan têk dide. Di vê derbarê de lîstikvana sereke di wî filmî de, Heyfa Wehbî, ku kesayetiya Rûh dilîze, çendîn car bergirî li wî filimî kiriye û ragehandiye ku çîroka wê keçikê gelek nimûneyên wê di nava civaka Erebî de hene.

Ji aliyekî din ve çalakvanên civaka sivîl li ser torên civakî belav dikin ku ew film bo kesên temen ser 18 salî re ye, lê niha di bazaran de li ber destê hemû çîn û tebeqeyan e. Ji xeynî qedexekirina wî filmî li Misir, Libnan, Tûnis û Cezayirê niha ew film li Iraqê û sînemayên Herêma Kurdistanê jî hatiye ragirtin, ligel ku rêklam bo weşana wî filmî li sinemayeke Herêma Kurdistanê hatibû kirin.

BasNews
Top