• Wednesday, 17 July 2024
logo

Behmen Qubadî dadwerê festîvaleke navdewletî ye

Behmen Qubadî dadwerê festîvaleke navdewletî ye
Derhênerê Kurd ê navdar Behmen Qubadî wek endamekî desteya dadweran beşdarî heftemîn festîvala navdewletî ya “Puls Off Camera” li welatê Polandayê bû.

Heftemîn festivala “Puls Off Camera” roja 2’ê Gulanê li bajarê Kraków li Polandayê birêve çû û heta 11ê Gulanê berdewam dibe. Di vê festîvalê de bi dehan fîlmên sînemayî beşdar in, di nava festîvalê de 10 fîlm tên hilbijartin bo wergirtina xelateke bi buhayê 100 hezar Zelot “Diravên Polandayê”. Herwiha hevrikiyê li ser bidestxistina nasnava Nobel a fîlman li Polandayê.

Di festivalê de desteyeke dadweran ji derhêner, rexnegir û hunermendan pêk tê bo nirxandina fîlman û destnîşankirina fîlmên serkeftî.

Di vê gera festiîvala “Plus Off Camer” de, derhênerê Kurd ê navdar Behmen Qubadî yek ji endamên desteya dadwerane ku ji rexnegirên navdar ên sînema li welatê Brîtaniya Mark Adams, rexnegira jin Kim Yotani pêk te bi serokatiya rêvebera hunerî li Amerîka û lîstikvana warê sînemaya cîhanê Kim Cartal.

BasNews
Top