• Wednesday, 17 July 2024
logo

Li Mûşê şandoya Zebîlfiroş bi kurdî û tirkî hat lîstin

Li Mûşê şandoya Zebîlfiroş bi kurdî û tirkî hat lîstin
Koma Hunerên Xwepêşanê ya Zanîngeha Alparslanê li Mûşê Destana Zembîlfiroş pêşkeşî temaşevanan kirin û gel şano bi eleqeye mezin temaşe kir.

Derhênera Hunerê ya lîstikê Gulay Şeker Ozsoy derbarê lîstikê de daxuyanî da nûçegihanê AAyê û got ku xwendevanên tirk û kurd ên ku di zanîngehê de dixwînin ev lîstik pêşkeş kirin.

Ozsoy daxuyand ku 'Destana Zembîlfiroş' helbesteke dirêj e û derbarê derwêşekî de ye. Zembîlfiroş kesekî xwedî şexsiyeteke baş e û ew li vî welatî jiya ye. Wan jî xwest ku ew vî kesayetî bi hemû dinyayê bidin nasîn. Ji ber vê jî wan him bi zimanê tirkî û him jî bi zimanê kurdî lîstik lîst.

Ozsoy wiha got: "Destana Zembîlfiroş ji 99 çarekan û 28 beşan pêk tê û bi kêşeya heceyê ve hatiye nivîsandin. Koma me 3 sal in lîstikan dilîze û beşdarî mihrîcanên navneteweyî dibe ku dengê xwe bigihîne dinyayê."

Şaredarê Mûşê Feyat Asya, alîkarên rektorê Zanîngeha Alparslanê ya Mûşê, nûnerên civakên sivil, xwendekar û welatiyan lîstik temaşe kirin.

Rûdaw
Top