• Wednesday, 17 July 2024
logo

Şivan Perwer û Îbrahîm Tatlises di mîtînga PDKê de stran gotin

Şivan Perwer û Îbrahîm Tatlises di mîtînga PDKê de stran gotin
Di mîtînga hilbijartinê ya PDKê li bajarê Zaxo yê girêdayî parêzgeha Dihokê ya Herêma Kurdistanê, hunermendên kurd Şivan Perwer û Îbrahîm Tatlises piştî gotara cîgirê serokê PDKê Nêçîrvan Barzanî, stran gotin û peyamên aştiyê dan.

Duh danê êvarê PDKê li bajarê Zaxo mîtîngek li dar xist ku cîgirê serokê PDKê Nêçîrvan Barzanî gotirek pêşkêş kir.

Piştî gotara Barzanî, Şivan Perwer û Îbrahîm Tatlises çûn ser dikê û stran gotin û peyamên aştiyê dan.

Yek ji dîmenên balkêş ew bû ku Şivan Perwer dema dît pasewanên Tatlises ketine bin milê wî û dibin ser didê li ser dikê daket û bixwe ket bin milê Tatlises û derbasî ser dikê kir.

Tê zanîn, Îbrahîm Tatlises sala 2011an li bajarê Stenbolê rastî êrişa çekdarî hat û bi giranî birîndar bû, ji ber wê jî beşek ji laşê wî heta niha jî felc e.

Rûdaw
Top