• Wednesday, 17 July 2024
logo

Albûma Nazirî li cîhanê duyem e

Albûma Nazirî li cîhanê duyem e
Bav û kurê hunermend ên Kurd, Şehram û Hafiz Nazirî piştî belavbûna albûma nû ya Hafiz Nazirî li cîhanê geşteka konserê tevî belavkirina albûma Hafiz li Amerîkayê destpêkir û bi germî hat pêşwazî kirin.

Navê albûma Hafiz Nazirî ’’Untold- Negotî’’ ye ku li Îranê bi navê aliyê yazdem ketiye bazarê, pileya firotina albûmen şîrketa Sony şikand û di rêzbendiya muzîka kilasîk a cîhanî di pileya duyem de cîh digire.

Albûma ’’Untold’’ ji aliyê Hafiz Nazirî, kurê hunermendê navdar ê Kurd, Şehram Nazirî ve hatiye amade kirin û ji aliyê şîrketa navdar a Sony li Îran û piraniya welatên cîhanê hatiye belavkirin û di dîroka vê şîrketê de cara yekem e ku albûmeke kilasîk ji hunermendekî Rojhilata Navîn berhem tê û tê belav kirin.

Albûma beşa yekem a rêze albûmen ’’Semfoniya Romî’’ ye û tevî ku kêmtir ji mehekê ye ketiye bazaza cîhanî, lê di rêza duyemîn a firotina muzîka kilasîk a cîhanê de cîh girtiye. Konsera hevbeş a Şehram Nazirî û Hafizê kurê wî li Amerîkayê bi germî hat pêşwazî kirin û 5 û 500 hevwelatiyên Amerîkî, Kurd û Îranî di konserê de amade bûn.

Şîrketa navdar û cîhanî ya AEG’ê erkê rêveberiya konserê dike û di konsera dawî ya li Los Anglesê de ji bo rêzgirtina li her du hunermendan xelata ’’Breaking Record’’ pêşkêşî bav û kurê hunermend kir. Albûma Hafiz ji çar beşên cuda ku behsa pêkhatina gerdûnê û berdewamiya jiyanê dike pêk tê.

Li gor gotina Hafiz Nazirî, tomar kirina albûmê 5 salan kişandiye û li 5 welatên cîhanê hatiye tomar kirin. Di lêxistina amûrên muzîkê de Hafiz ji hunermendên jêhatî û cîhanî jî sûd wergirtiye û yek ji wan kesan Depak Chopra yê Hindîstanî ye.

BasNews
Top