• Wednesday, 17 July 2024
logo

Ji Rojda albûmeke nû ‘Kezî’

Ji Rojda albûmeke nû ‘Kezî’
Hunermenda Kurd Rojda, bi navê ’Kezî’ albûmeke nû pêşkêşî muzîkhezan kir. Albûm ji 14 klaman pêk tê; ’Werî Lo, Ema Nema, Salihê Nurê, Siwaro, Xalê Cemîl, Duet, Sê Jin, Seva Hecî, Ava Gundem, Par vî Çaxî, Cembelî, Ehmedê Mala Musa, Reşît Paşa û Wez Gulim’ Klamên ku ji bo albumê hatine hilbijartin bi taybetî yên jinan e.

Her wiha çîroka klaman jî li ser bergê albumê hatiye nivisandin bê ev klam ji kîjan herêmê ye û serpêhatiya wê çi ye…Bi taybetî jiyan û derd û tiştên grîng yên jinan ku xwe çawa bi rêgeha muzîkê derkiriye bi sernavê ‘Jin û Muzîk’ derdikeve pêşberî muzîkhezan. Albûm ji aliyê Kom muzîkê hatiye amadekirin…

BasNews
Top