• Wednesday, 17 July 2024
logo

Filmê Mano Xelîl ‘‘Apê Îrbom’‘ xelat wergirt

Filmê Mano Xelîl ‘‘Apê Îrbom’‘ xelat wergirt
Filmê Derhênêrê Kurd Mano Xelil xelata yekem a Festîvala Sînemaya Navnetewî a Bozen 2014 wergirt.

Filmê Mano Xelîl bi navê ‘‘Mêşevan“ bi Elmanî ‘‘Der Imker’‘ roja 13.04.2014 li Festîvala Navnetewî a Itali (Bozen Film Festival) ku ji roja 9’ê Nisanê heta 13 Nisana 2014’an birêve çû, hêjayî xelata yekem hat dîtin.

Evna xelata heştemin a navnetewî ye ku filmê Mano Xelil bi dest xest. Film çîroka mirovekî Kurd e, ‘Ibrahîm Gezer’ (Apê Îrbom), ku bi esle xwe ji Elbistanê ye. Apê Îrbom, heta salên 90’î yek ji mezintirîn mêşvanên Kurdîstanê bu, lê mixabin, ji ber zilm û zordariya rejîma Tirk her tiştê wî wenda bû.

Mala wî xirakirin, mêşên wî kuştin û ew neçar ma bireve û wek penaber were Swîsra. Her ku Apê Îrbom gelek kul, derd û rojên tarî derbas kirine lê însaniya xwe û kêfa xwe ji xwezayê û ji Însan re wenda nake. Li Swîsra dîsa dibe xwedî mêş û çiyayên Alpê jê re dibin wek çiyayên Kurdistanê.

Hêjayê gotinê ye Mano Xelîl niha li Herêma Kurditanê filmê xwe yê nû bi navê «Hechecîk» dikşîne. Kişandina filmê nû Hechecîk heta roja 24’ê Nisanê berdewam dibe.

BasNews
Top