• Wednesday, 17 July 2024
logo

Filmê Şiwan Etûf diçe Hollywoodê

Filmê Şiwan Etûf diçe Hollywoodê
Ezmûna yekemîn a derhênerê Kurd Şiwan Etûf filmeke bi navê ‘‘Mal û Kilîl’‘ e, ku biryare biçe Hollywood ê.

Şirketa I Love Filim li Başûrê Kurdistanê û welatê Brîtanyayê ragehand ku ew kurte fîlm li festivala Hollywood Weekly Magazine ya sala 2014’an hatiye wergirtin ê dê di festîvalê de were pêşandan.

Derbarê kurte filmê xwe de Şiwan Etûf ji BasNews re got: ‘‘Di film de aktorê navdar û qedîm ê Kurd Heme Reşîd Heres rola serekî dibîne, çîroka film jî behsa jiyana Kurdekî, di nav tevilhevî û karesatên doza Kurd de dike. Herwiha jiyan û mirina malbateke Kurd vedibêje.’‘

Şiwan Etûf, ekterekî ciwan ê bajarê Silêmaniyê ye. Herwiha wek ekterê serekî di gelek fîlman rol dîtiye û ev berhema han ezmûna wî ya yekem e.

BasNews
Top