Sî û sêyemîn festîvala fîlman a Stenbolê dest pêkir
![Sî û sêyemîn festîvala fîlman a Stenbolê dest pêkir](https://gulanmedia.com/public/old_images/articles/42125image1.jpg )
Festîvala navdewletî ya fîlman a Stenbolê, bo cara sî û sêyemîn ji roja 5ê Nîsanê ve dest pêkiriye. Di festîvalê de ku bi beşdariya gellek hunermendên sînema û dildarên sînemayê tê sazirin, 230 fîlm tê de tên nîşandan.
Di festîvalê de fîlmên kurdî hene ku yek ji wan fîlman fîlma bi navê Mûsayê Bê Asa (gopal) a derhênerê kurd Aydin Orak e ku behsa jiyana Hz. Mûsa dike.
Rûdaw