• Wednesday, 17 July 2024
logo

Weqfa Ciwan Haco li Swêd û Tirkiyê hat damezirandin

Weqfa Ciwan Haco li Swêd û Tirkiyê hat damezirandin
Hunermendê navdar ê Kurd Ciwan Haco bi armanca geşkirin û piştgirîya hunera kurdî, Weqfa Ciwan Haco li Swêd û Tirkiyê damezirand.

Ciwan Haco di daxuyaniyekê de ragihand ku wî weqfa xwe ya Ciwan Haco ya ku bingeha wê li Swêd e û şaxekî wê li Stanbolê ye, damezirnad.

Ciwan Haco diyar kir ku wî heta niha bi derfetên xwe yên taybet hewl dabû ku huner, stran û muzîka kurdî biafirînim, nû bike û pêşbixe û Tiştê bi dest wî ve hat wî kir û ewê hîn bike.

Di daxuyaniyê de hatiye gotin ku ev bû demek wî hest dikir di ber karê xwe yê hunerî re projeyeke wiha ya Weqfê veke ku armanca wê bi giştî geşkirin û piştgirîya hunera kurdî be, bi rêka alîkarîya ciwanên behremend çi di warê stranbêjîyê de be yan çêkirina CD û klîpan be, şano be yan jî lidarxistina şev û konsêrtan be”.

Ciwan Haco bal kişand ku ev proje û Weqfa wî bê alîkarîya serokwezîrê Herêma Kurdistan Nêçîrvan Barzanî û herwiha piştgirî û alîkarîya Sîrwan Barzanî ronî ne didît, jib o vê yekê jî spasiya wan kir.

Di daxuyaniyê de herwiha hatiye diyarkirin ku Weqfa Ciwan Haco dê bi hunermendên Kurd re û yên din re jî kar û hevkariyê bike ji bo hemû cûre piştgiriya gelê Kurd.

Rudaw
Top