• Wednesday, 17 July 2024
logo

Aynûr Dogan: Di hemû albûmên xwe de koka xwe diyar dikim

Aynûr Dogan: Di hemû albûmên xwe de koka xwe diyar dikim
Albûma nû ya Aynûr Dogan di Kanûna par de bi navê ”Hevra“ ji aliyê Sony Music Classical ve hat derxistin û belav kirin. Prodoktorê albûmê mûzîsyenê spanî yê bi navûdeng Javier Limon e. Albûm wê di meha Adarê de li seranserê dinyayê ji aliyê Sony ve werê belav kirin.

Ji serê salê û vir ve Aynûr Dogan ji bo danasîna albûma ”Hevra“ konsertan dide .

Wê hefteya borî li Stembole di salona navdar “Jolly Joker” de konsertek da. Em li ser albûma ”Hevra“ bi Aynûr Dogan re axivîn.

Rûdaw: Konserta we ya li “Jolly Joker” li Stembolê çawa derbas bû?

Aynûr Dogan: Ji bo me girîng e ku guhdar ji konsertan bi kêfxweşî biçin malên xwe. Mesajên ku piştî konsertê ji bo me hatin diyar dikin ku beşdar ji salona konsertê bi kêfxweşî derketine. Ew ji zêdetir hêz û cesaretê dide me.

Wisa xuya dike ku albûma “Hevra” dengekî baş daye.

Belê rast e, eleqeyeke gellekî mezin heye, ew stran ji aliyê guhdaran ve hatin ecibandin û hezkirin. Me ji bo danasîna albûma “Hevra” gellek konsert û civînên destnîşankirinê pêkanîn. Hemû çalakiyên me serkeftî ne, eleqeyeke mezin tê nîşandan. Xebata vê albûmê hem xebateke germ û ji dil û can bû, hem jî ji ber bikaranîna gîtarê bala gellek aliyan kişand. Me di vê albûmê de bi prodoktorekî re kar kir ku ew li hemû dinyayê tê naskirin. Ji ber wê ji albûma “ Hevra” pirr zû ewqas eleqeyeke mezin dît.

Tu dikarî derheqê pêşamadekariyên albûma “Hevra“ de hinek agahdariyan bidî?

Em berê bi hûnermendên wek Mujeres De Aquas , Buika, Yasmin Levi, Mariza, Eleftheria Arvanitaki re ji bo projeyekê hatin ba hev. Piştî vê projeyê me xwest flamenko û melodiyên kurdî bînin ba hev. Beriya 2 salan me biryar da ku em bi hev re albûmeke wisa amade bikin. Piştî hilbijartina stranan, xebata albûmê salekê ajot.

Tu çawa bi kesekî weke Javier Limon yê Spanî gihiştî hev? Çi bandora Limon ji bo albûma “Hevra” û bi taybetî li ser te çebû?

Min berê di projeya Javier Limon ya bi navê “Mujeres de Aqua – Jinên Behra Sipî” de hevkarî kir. Em herdu ji aliyê qalîteya muzîkê ve ji wê hevxebatê pirr kêfxweş bûn. Li ser wê me biryar girt ku emê bi hevre albûmekê çêkin. Helbet gellek bandora Limon ji bo vê xebatê çêbû, lewra ew li hemû dinyayê tê naskirin, pêwendiyên wî yên bi dinyaya mûzîkê re baş in, ew di karê xwe yê mûzîkî de pispor e. Wî Ji bo hemû xebata albûmê rê nîşanî min da, şêwirmendî kir. Me ji şîrêtên wî pirr sûd wergirt.

Pirraniya albûman navên xwe ji straneke ji albûmê werdigirin. Lê di vê albûmê de bi navê “Hevra” stranek nîne.

Min ew nav ji bo mesajdayinê hilbijart. Car caran stranek dikare navê xwe bidê albûmê, car caran jî temamiya albûmê xwediyê wateyekê ye. Ev projeyek bû, me ji gellek welatên cûrbecûr hunermend tevlî vê albûmê kirin. Bi vî awayî bihevrebûn berê di mûzîkê de pêkhat. Min di strana “Pes Narê” de ew bihevrebûn pêşkeş kir.

Tu hema hema di hemû albûmên xwe de 1-2 stranên zazakî û tirkî ji distirî. Ew ji bo te pîvanek e? Çima miheqeq tirkî jî?

Ez pirranî stranên kurmancî dibêjim, lê di her albûmê de bi zimanên din ku ez pê dizanim, bi wan zimanan 1-2 stranan dibêjim. Ew ji bo min hem wek pîvan e, hem jî bi zimanên din re danûstandineke muzîkal e.

Di vê albûmê de çend stranên we jî hene. Hûn bi xwe Dêrsimî ne, çima we ji bo Diyarbakirê stran nivîsiye.

Hema hema di her albûma min de stranên ku min nivîsîne hene, lê di vê albûmê de pirrtir in.

Di hemû besteyên min de nasnameya min ya Dersimî xûya dibe. Lewra ez çanda xwe, têgihiştina xwe, ezmûna xwe ya mûzîkê ji kokên xwe werdigirim. Ez di her albûmeke xwe de klameke zazakî distirêm, da ku nasnameya xwe ya Dersimî bînim bîra guhdaran. Gava şandeyeke alîgirên PKKê ji deriyê Xabûrê hatin Bakurê Kurdistanê, hêviya aştiyê ya li ser rûyê dayikan pirr bandora xwe li ser min hişt. Min ew stran ji bo jinûve geşbûna hêviya aştiyê çêkir. Navê Diyarbekirê ji bo heviya aştiyê ya gelê kurd xwedî semboleke girîng e. Ji ber wê min navê stranê danî “Diyarbekir”.

Ji bo dahatûyê çi planên we hene?

Emê destpêkê ji bo danasîna albûma “Hevra” di meha Adarê de konsertan li Stembol, Îzmîr, Enqere, Bûrsa û Antalyayê pêkbînin. Herwiha emê di meha Nîsanê de li seranserê Ewropayê konsertan pêkbînin. Dîsa emê ligel Hawniyaz Quartet, ku ji Morgenland Chamber Orchestra û Kayhan Kalhor, Salman Gambarov û Cemîl Qocgirî pêk tê, konsertan bidin.

Spas dikim ji bo vê sohbetê?

Ez spas dikim û di karê we de serkeftinê daxwaz dikim, rêz û silavên xwe ji bo xwendevanên “Rûdawê” pêşkeş dikim.

Rudaw
Top