• Wednesday, 17 July 2024
logo

Dîsa dest ji kar kêşa

Dîsa dest ji kar kêşa

Piştî îmzekirina girêbesta karkirinê li gel kanala asmanî ya Rudawê keça mîdyakar û pêşkêşkarê bernameya Nûroj dest li wê kanalê kêşaye.

Îman Ferman ji Xendanê re ragihand: Kanala Rudawê soza bernameyeke civakî dabû min lê belê piştî îmzekirina girêbestê wan soza xwe bi cî neanî û ez rakêşame nava bernameyekî siyasî.

Îman Ferman got: Min jî qebûl nekir û ew girêbesta ku me navbera xwe îmza kiribû min şikand û niha ez amade nînim li gel wê kanalê kar bikim.

Di berdewamiya axaftina xwe Îman Ferman got jî: Ez ji bîner û piştvanên xwe re soz didim ji wan dûr nekevim û di karê ragihandinê de berdewam bibim, lê ez daxwazê jî ji we dikim min bi tenê nehêlin.

Navbirî pêştir 2 salan li gel kanala TRT6`ê bernameya (Pira Bakûr û Başûr) pêşkêş dikir, piştre ew bernameye bi cî hêşt û dest ji kar kêşaye û di kanala asmanî ya Rudawê de dest bi kar kir.

Xendan
Top