• Wednesday, 17 July 2024
logo

Li sînemayên Almanyayê fîlmekî kurdî: 'Hêvî'

Li sînemayên Almanyayê fîlmekî kurdî: 'Hêvî'


Fîlmê dokumenter yê derhênerê kurd Yuksel Yavuz 'Hêvî' li gellek sînemayên Almanyayê derket pêş temaşevanan. Yavuz di fîlmê xwe de cih dide jiyan û têkoşîna çar jinên kurd ku di 20-30 salên dawî yên siyaseta kurd de navên wan derketine pêş: Çalakvana mafên mirovan Eren Keskin, parlementerên kurd Gultan Kişanak, Aysel Tugluk û siyasetmedara kurd Sakine Cansiz ku par tevî du hevalên xwe li Parîsê bi awayekî hovane hatibûn qetilkirin. Yuksel Yavuz di fîlmê xwe de balê dikişîne ser rol û girîngiya jinan ya ku di qadên cuda yên civatê de dileyizin. Me li ser fîlmê ku berhemhênaniya wê ji aliyê Zulfiye Akkulakê ve hatiye kirin û herwiha ji aliyê hin fondên almanî yên sînemayê ve jî hatiye piştgirîkirin bi derhêner Yuksel Yavuz re hevpeyvînek saz kir.



Rûdaw: We di fîlmê xwe yê dawî di 'Hêvî' de cih daye têkoşîna Eren Keskin, Aysel Tugluk, Gultan Kişanak, Sakine Cansiz û bîranînên wan. We ji bo çi ev her çar jin bijartin?

Yuksel Yavuz: Dema ku we xwest hûn di têkoşîna azadiyê ya gelê kurd de li ser mijara jinê bisekinin, navê pêşîn ku bê bîra we Sakine Cansiz e. Nexasim li hember hemû zilm û îşkenceyên ku di zindana Amedê de dîtî û serî netewandî û xwediyê wê wêrekiyê be ku tifî ser rûyê îşkencekarê xwe bike. Weke ku di fîlm de Mustafa Karasuyê ku bi wê re bi salan di girtîgehê de mayî jî dibêje, bi helwesta xwe ya zîndanê bûye sedem ku bi hezaran jin berê xwe bidin çiyê. Çalakvana mafên mirovan Eren Keskin, dema ku di salên notî de hevalên li derûdora wê pêrgî cînayetên 'kiryar-nediyar' dihatin, di wê heyama tarî ya Tirkiyê de, dev ji têkoşîna mafên mirovan bernedaye. Bi biryarmendiyeke mezin têkoşîna xwe berdewam kiriye û ji ber vê yekê jî ji aliyê dezgehên navnetewî yên mafên mirovan ve gellek xelat wergirtine. Jinên ku di fîlm de cih digrin, ne ji ber ku navên populer in, ji ber ku di jiyana xwe de gellek bedelên mezin dane cih digirin.

We heta niha li Hamburg û Berlinê gala lidarxistin, li Frankfurt û Kolnê fîlmê we hat nîşandin. We reaksiyonên bi çi rengî wergirtin, an çavdêrî kirin? Ji ber ku ez jî di galaya Berlinê de amade bûm û qasê ku min dît atmosfereke gellekî hestiyar hebû û dengên girî carcaran dihatin bihîstin.

Herçiqas di ser qetilkirina Sakîne û du hevalên wê yên jin li Parîsê de salek zêdetir dem derbas bûbe jî, mirina wan hîn germahiya xwe diparêze. Herwiha şexsiyeta wê ya polîtîk û aliyê wê yê humanîst tesîra xwe li ser Kurdan hiştiye. Ev hestiyarî bi vê yekê ve eleqadar e. Kuştina wê li ser hemû Kurdan bandorek çêkir. Girseyên Kurdan yên ku ne wek hev difikirîn, hemû lê xwedî derketin. Di fîlm de, dema cenazeyê Sakîneyê diçe Dêrsimê, kesên wek Mustafa Karasu, Fatma Adir, Sozdar Avesta û birayê wê Metin Cansiz, ku gellekî nêzîkî wê bûn, bi vegotin û bîranînên xwe jiyana wê ya mînak hîn ronahîtir dikin û ev yek jî li ser temaşevanan tesîreke hestiyar çêdike. Gelê kurd bi dehan salan bi wendayiyên xwe re jiyaye, lê hin wenda bi rastî jî ji kûrahî tên hîskirin. Ew kesên ku Sakîne qetilkirin, pirr baş dizanîn ku bi vê qetlîamê mebesta wan çi ye. Di galaya Berlinê de dê û bavê Sakîneyê jî amade bûn. Nexasim diya wê, dema ew di zindana Amedê de bû bi salan li ber deriyê girtîgehê li benda qîza xwe ma. Dûre li ber hemû girtîgehên din yên ku Sakîne şandibûn wir lê nobedar bû. Tişta ku temaşevanên alman jî diheyirîne ew rol e ku jinên kurd di azadbûna Kurdan de leyistiye. Haya wan jê tine bû ku li cografyaya Rojhilatê Navîn têkoşîna azadiyê ya jinên kurd gihiştiye vê merheleyê. Jixwe yek ji sedemên çêkirina vî fîlmî ew bû ku ez vê yekê bi raya giştî ya Ewropa û cihanê re parve bikim.

Hûn di fîlmê xwe de di şexsiyeta 4 jinên têkoşer de cih didin bûyer û vegotinên dramatîk yên ku gelê kurd jiyaye. Lê dema em li afîşên fîlm dinêrin tenê wêneyê Sakîne Cansiz heye. Sedema vê tercîha we çi bû?

Di merheleya kişandin û produksiyona fîlm de kuştina yek ji karekteran hem ez û hem jî hemû kesên ku keda wan gihiştî fîlm ji kurahî ve xemgîn kirin. Me bi vê yekê xwest ku em Sakîneyê, helwesta wê ya bi xîret û têkoşîna wê bibîrbînin. Lewma me biryareke bi vî rengî da. Eger em îro qala tevgereke jinan ya kurd dikin, Sakîne ew kes e ku ev tevger daye destpêkirin û îdola hemû jinên kurd e.

Fîlmê we berhema xebateke du salî ye. Hûn bi boneya fîlm gellek caran çûn Kurdistanê, Tirkiyê, Holendayê, Almanyayê û heta Qendîlê. Zehmetiyên kişandina fîlmekî kurdî di roja îroyîn de çi ne?

Dema fîlmek tê kişandin, carnan ji lîstikvanan yek qezayekê derbas dike, nexweş dikeve, kişandina fîlm tê texîrkirin û hwd. Lê qetilkirina însanekê dibe ku tenê dema mirov bixwaze fîlmeke kurdî bikişîne felaketek wisa tê serê mirov. Dema me dest bi fîlm kir, li girtîgehên Tirkiyê û Kurdistanê bi dehhezar girtiyên siyasî yên kurd ji bo îdealên xwe ketibûn greveke birçîbûnê ya bêdawî. Vê yekê tesîrek mezin li ser min çêkir. Di vê pêvajoyê de ti kes nemir û ev yek sedema kêfxweşiyê bû. Lê eger mirin çêbibûna, wê ji bo tevgera siyasî ya gelê kurd ne hêsan bûya ku rê li ber nerazîbûna gelê kurd bigire.

Hûn bi munasebeta kişandina fîlm gellek caran çûn Kurdistanê û hatin. Bi siyasetmedar, gerîlla û bi gel re danûstandinên we çêbûn. Piştî 30 salên şer hûn rewşa ramanî û giyanî ya ku vêga gel tê de ye wek derhênerekî çawa dinirxînin? We çavdêriya guhertin û veguherîneke bi çi rengî kir? Hûn bi wêneyekî çawa re rûbirû man?

Dema mirov li dîroka 150 salên dawî dinêre, Kurdên Bakur wek îro ti carî ewqas nêzîkî azadiya xwe nebûne. Bedelên mezin yên dayî û tekoşîna gerîlla bixwebaweriyeke mezin daye gel. Hema bêje ji her malbatê kêmtirîn şehîdek heye. Pêşveçûnên li Rojavayê Kurdistanê diyardeyeke ji bo Kurdên Bakur jî ku di demeke nêzîk de heman qezencan bi dest bixin. Em ji niha ve dibînin ku bi hilbijartinên pêş me yên herêmî, emê gaveke din ber bi wê merhaleya ku em hesreta wê dikişînin nêzîktir bibin. Bi rastî jî li Rojhilatê Navîn ji bo Kurdan pêşketinên tekûz çêbûne û kes wê nikaribe vê hêzê bide sekinandin.

Em van demên dawî di rojname û malperên nûçeyan de nûçeyên li ser fîlmên derhênerên kurd dibînin. Gelo mirov dikare îro ji bo sînemayê qala bihareke kurdî bike? Hûn xebat û pêşveçûnên bi vî rengî diqewimin çawa pêşwazî dikin?

Wê di nava 2 mehan de li Almanyayê fîlmên 3 derhênerên kurd (Huner Selîm, Mano Xelîl û ez) bikevin sînameyê. Taybetiya hevbeş ya van derhêneran ewe ku em hersê jî li Ewropayê dijîn û dixebitin. Eger mirov wê qala bihareke sînemaya kurdî bike, divê mirov ji bîr neke ku ev yek bi saya berhemên çend derhênerên kurd yên ku bi fedekarî û hewleke mezin heta îro ev pêvajo anîne gengaz bûye. Ez wek derhênerekî kurd ku li Ewropayê dijîm, dema dixwazim fîlmekî li ser Kurdan bikişînim, ji bo dîtina çavkanî û piştgiriyê gellek zehmetiyan dikişînim. Li Bakurê Kurdistanê gellek şaredarî di destên Kurdan de ne, lê mixabin hîn dezgehek nîne ku piştgiriyê bide projeyên derhênerên kurd. Li Başûrê Kurdistanê qismek arîkarî didin û helbet ev yek sedema kêfxweşiyê ye. Lê min heta niha nebihîstiye ku derhênerekî Bakurî serî li Başûr dabe û piştgirî wergirtibe.

Yuksel Yavuz kî ye?

Derhênerê kurd Yuksel Yavuz di sala 1964ê de li navçeya Depê (Qereqoçan) ya li ser Elezîzê hatiye dinê. Di sala 1980yî de hatiye Almanyayê û li cem malbata xwe ya ku berê wek karker hatibûn vî welatî bi cih bûye. Di sala 1986ê de li bajarê Hamburgê dest bi perwerdahiya civaknasî û aboriyê kiriye. Ji sala 1992yê heta 96ê dîsa li heman bajarî di Akademiya Hunerên Bedew di beşa ragihandinê de xwendiye. Ji sala 1994ê û vir ve bi sînemayê re mijûl e. Sala 1994ê fîlmê xwe yê yekem 101 Mark (100 und 1 Mark) kişandiye. Dûre bi rêzê mora xwe avêtiyê binê fîlmên wek 'Karkerê Mêvan, Bavê Min - Mein Vater - Der Gastarbeiter' (1995), Zarokên Nîsanê - Aprilkinder (1998), 'Zilamê bi Mantoyê Spî' (2000), 'Azadiya Biçûk-Kleine Freiheit' (2003) û 'Di plana nêzîk de Kurdistan - Close up Kurdistan' (2007). Fîlmên wî heta niha di serî de Cannes, tevlî gellek festîvalên navnetewî bûne û xelatên wek Max Opuls û yê Rêxistina Efûyê ya Mafên Mirovan wergirtine.

Rudaw
Top